Pêşangeha hunerên plastîk
Hunermenda ji plastîkan tiştan çêdike Nadiya Şeraq, komek lewheyên nû li ser dîrok û mîrata Emazîxiyan a têkildarî jinan nîşan dide.
Navenda Nûçeyan – Pêşangehek ji hêla hunermenda ji plastîkan hunerê ciwan derdixe a Cezayîrî Nadiya Şeraq ve niha li paytext Cezayîrê tê li dar xistin û dê heya 4'ê Adarê berdewam bike. Di 13'ê Sibata borî de Nadiya dest bi pêşandana lewheyên xwe kir û jina Emazîxî wekî mijara lewheyên xwe hilbijart.
Xebatên wê di navbera lewhe, tihfeyên cam û tihfeyên seramîkan de cihêreng bûn, ku hemî ji hêla cûr be cûr bûna rengan û ronahî yê ve dihatin cûdakirin. Her wiha vê yekê xweşkbûna lewheyan û tihfên cam zêde kir.
Berhemên wê yên ku di Dergehê Mêvan de hatin pêşandan, mîrata kevnar ya Emazîx a bi jinan re têkildar radixe ber çavan. Ji ber ku jinên Emazîx li hundur û derveyî malê xwedî cihekî girîng in. Lewhyên wê li ser bûyerên jinê Emazîxî û adet û kevneşopiyên civaka Emazîxî ne, yên ku jin tê de çalak û girîng e.
Hunermenda Cezayirî Nadiya Şeraq Fakulteya Zanistên Aborî qedandiye. Dev ji karê xwe berda û beriya 25 salan berê xwe da xebata hunerî. Bi derbasbûna salan re gelek teknîk afrand û di xebatên xwe yên cûr be cûr ên qumaş, cam û seramîkan de vehewndin.
Di serê sedsala 20'an de tevgera plastîkan li Cezayîrê dest pê kiribû. Lê li gorî hunermendên Cezayîrî têra xwe balê nakişîne.