Perya Xakî ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin

Perya Xakî a ji Sine di dema şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû girtin û piştî hate berdan çû Tirkiyê, li ji aliyê Polîsên Tirk ve hate binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Perya Xakî ya 28 salî ku ji bajarê Sine ye, di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de hatibû girtin û piştî ku hate berdan ji Îranê derket û berê xwe da Tirkiyê. ji aliyê Polîsan ve hate binçavkirin.

 Metirsiya ku wê cardin radestî Îranê bikin li ser Perya Xakî heye

Hêjayî bi bîrxistinê ye di sala 2022’an de di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de Perya Xakî ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hate girtin û piştre bi kefalet hate berdan. Ger dewleta Tirk wê radestî Îranê bike metirsiya ku wê bi cezayê giran were cezakirin û îşkencekirin li ser heye.