Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê
Di 10’emîn Kongreya PYD’ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê.

Hesekê – Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 10ʹemîn di roja duyemîn de li Hesekê bi dirûşma ʹBi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîkʹ li dar xist. Di kongreya ku 700 delege beşdar bûn de, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê.
Dê kongre bi hilbijartina 90 endaman bo Meclisa Giştî ya PYDʹê bi dawî be.
Hevserokên berê yên PYD’ê Salih Muslim û Asya Abdullah bûn.