Perwîn Yûsif: Bersiva êrîşan, hevgirtina gelan e
Endama Meclisa Giştî ya PYD Perwîn Yûsif êrîşên dewleta tirk ên duh şev li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên wiha nirxand; “Êrişên dewleta tirk bi armanca şikandina berxwedana gel û hildana tola têkçûna DAIŞ’ê ye.”

EBÎR MIHEMED
Qamişlo - Dewleta tirk duh bi şev bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Kobanê, Dêrîk, Şehba, Dirbesiyê, Şera, Zirganê bombebaran kir. Vê siharê jî cardin êrîşî Kobanê kir. Di encama êrişên dewleta Tirk de 12 kes jiyana xwe ji dest dan, 6 kes birîndar bûn. Her wiha di êrişan de noqteyên girêdayî hikumeta Şamê li Girê Spî, Şerewa û Zirganê jî li aliyê dewleta Tirk ve hatin bombebaran kirin û bi giştî 14 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 15 leşker jî birîndar bûn.
Têkildarî êrişên dewleta Tirk a Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif ji ajansa me re nirxand.
Perwîn Yûsif di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbata kesên jiyana xwe ji dest dane xwest û şîfayê ji birîndaran re xwest û êrîşên ku ji duh ve li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên wiha parve dike: “Ji duh ve dîsa dewleta tirk a dagirker bi riya balafirên şer herêmên me yên wekî Kobanê, Şehba, Zirgan û Dêrik ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî bombebaran dike. Dewleta tirk dixwaze car din bajarên me dagir bike, lewma di vê demê de bi taybet têkiliyên xwe yên diplomasî berfireh dike û ji bo wegirtina çiraya kesk hewil dide. Ji ber vê yekê li Stenbolê jî senaryoyek da çêkirin da ku şerîyeta xwe ya dagirkirinê li herêmên me çêbike, bi van hîncet û lîstokên ku nayên bawerkirin dixwaze êrîşî gel bike.”
Îsrara berxwedanê
Perwîn Yûsif bal kişand li ser siyaseta qirêj ya dewleta tirk ku dixwaze heta hilbijartina Tirkiyê hin lîstokên din bi riya Kurdan pêk bîne da ku gelê Tirkiyê car din baweriya xwe li wan bîne û wiha domand; “Her kes dizane ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Kurd ku berxwedaniyeke bêhempa dan meşandin. Îsrara gelê em ya dewamkirina tekoşîn, berxwedan û mayina li ser axê li pêşiya çavê cîhanê hat xuyakirin. Dewleta tirk li ser kuştin û tunekirina gelê me xwe dide avakirin. Hilbijartinên Tirkiyê yên 2023’an nêz dibe, ev hilbijartin dawiya ehdê Erdogan e, lewra dixwaze bi çi awayî mabe baweriya gelê Tirkiyê qezenç bike. Ji bo ku pêvajoya partî û desthilatdariya xwe dewam bike, xwe li ser kuştina me dide jiyankirin. Kiryarên Erdogan êdî ji gelê Tikiye re jî hatiye xuyakirin, êdî gel jî jê tijî bûye. Pêwîst e ku gelê Tirkiyê hesab ji dewleta tirk bixwaze. Senaryoya ku li Stenbolê çêbûye kes jê bawer nake. Divê gelê Tirk rabin li ser piyan û ji ber welatê wan nayê parastin hesab ji dewletê bixwazin.”
Perwîn Yûsif destnîşan kir ku armanca dewleta tirk ji van êrîşan ewe ku hilandina têkçûna çeteyên DAIŞ’e û wiha got; “Ji bo ku Tirkiyê wan qetlîam û siyaseta xwe pîne bike, dê êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Armanca Erdogan ji vê êrîşî şikandina berxwedana gel û hilandina tola têkçûna DAIŞ’ê ye.”
‘Em bibin kelem di çavên dijmin de’
Perwîn Yûsif îşaret bi berxwedan û têkoşîna gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir dê hevgirtina gelan, van êrîşan vala derbixîne û wiha bi dawî kir; “Gelê me şiyar e û xwe ji şer re amade kiriye, ji ber girêdayî axa xwe ye û tucaran teslîmî van tehdît û êrîşan nabe. Êrîşên duh şev jî rêzeêrîşên her roj e û bersiva van êrîşan hevgirtina gel e. Divê gelê me şiyar be û di nava amadekariyan de be û li kolanan bin da ku dengê xwe bighênin hemû cîhanê. Cîhan wiha lê hatiye ku xwe kerr, kor û lal kiriye û naxwazê berxwedana gel û hovitiya dewleta tirk bibîne. Em encax dikarin bi têkoşîn û israra xwe cîhana kerr û lal vegerînin li ser heqîqetê da ku ev êrîş bên sekinandin.”
‘Berxwedan û têkoşîn dê êrişan vala derbixe’
Perwîn Yusif desnîşan kir ku li dijî êrişan dê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriye çalakî bên lidarxistin û wiha got; “Em bibin kelemek di çavê dijmin de. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em dikarin êrîşan vala derbixînin. Dewleta tirk ketiye wê rewşê ku ne dostê wê û ne jî kesek ku siyaseta wê bawer bike nemaye. Bi israr û berxwedana gel muxalefeta ku hatiye çêkirin, dê vegerê li ser xeta têkoşîn û şoreş e. Şoreşa Sûriyê encax dikarê bi netewa demokratîk û hevgirtina gelan pêk werê.”