Perwerdeya xweser a mêran bi dawî bû

Di rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Kongra Star li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya 3’ê rojan bi naveroka Qanunên Malbatî ,Hevjîyana Azad, Zayenperestî detpêkiri bû bi dawî bû.

Qamişlo-Kongra Star bi boneya 25 ê Mijdarê perwedeya 3 rojan a xweser bi naverokên  Qanunên Malbatî, Hevjîyana Azad, Zayendperestî, bi  tevlîbûna 60 mêran li  bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû despêkirin. Perwerde îro di roja xwe ya 3’emîn de bi dawî bû.  

 Endamê Sazîya Malbatê Şehîdan ê Komîta Şopandinê a bajarê Qamişlo Siyabend Silêman ku beşdarvanê perwerdê bû û Rêvebera Meclîsa bajarê Qamşlo Hêvî Ehmed ji Ajansa mere axivîn.

`Bila zarokê me li ser hişmendiya wekîhev werin perwerde kirin`

Siyabend Silêman balkişan li ser dîtina perwerdeya xweser û got: “Bi rêya ditîna perwerdê em dibînin desthilatdarî di hişmendîya me de çawa hatîye rûnişkandin, ku em çawa zextê li ser jin çêbikin. Bi dîtina vê perwedeya xweser, em weke mêr dixwazin bi hewre bibin alîkar û encamekî jê derxînin ji bo civakê û bi teybetî , ji bu sistemeke demokratîk were avakirin. Bi dîtina perwerdê re dibe ku her tişt carekî de neyê derbas kirin û avakirin, lê em dixwazin zarok û neslê pêşerojê li ser bingehekî bi hişmendîya wekîhevî û demokratîk were perwerdekirin û ava kirin. Hêvîya me ewe her kes xwe li ser vê hişmendiyê, perwerde bike û mamosteyên dibistanan zarokan bi hişmendîyekî wisa wekhev perwerde bike.”

‘Divê her dû zayend xwezaya xwe nas bikin’

Rêvebera Meclîsa bajarê Qamşlo Hêvî Ehmed wiha qala armanca wekirina perwerdê kir û got: “Armanca me ya sereke a vekirina perwerdê ji bo hemleya tekoşîna li dijî tundîya li ser jinê cîhanê bû. Perwerde 3 roj li ser sê esasan hat dest girtin. Qanunên Malbatî, Hevjîyana Azad, Zayendperestî. Îro di roja xwe ya dawî de ye. Çawa ku mêr di perwerdeya xweser re derbas dibin jin jî têre derbas dibin. Armanca sereke ya vê perwerdê ewe herdu zayend xwezaya xwe nasbikin û li gorî pîvan û rêgezên civakî tevgerin.”

 ‘Tundîya li ser jin her diçe zêde dibe`

Hêvî Ehmed  da dîyarkirin piranî endamê ku tevlî perwerdê bûne hemû Rêveberî û yên di saziyan de kar dikin e. Em dixwazin Komisyon û kesayetên baş ava bikin, ew çi aliyê  dirokî de dibe çi aliyê civakî de dibe. Ji ber ku tundîya li ser jin her diçe zêde dibe, em ji ber vê yêkê weke Meclîsên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ,em bi  pêngavek wisa rabûn. Ji bo ku em encamên esasî yên sereke jê derxinin.”