Perwedeyên li Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê hişmendiyê dide avakirin

Endama Navenda Lêkolîna jineolojiyê ya Hesekê Aliya Osman diyarkir ku perwerdeya Navenda Jinelojî dide di nava civahê de hişmendiyê ava dike û got; “Rizgarbûna ji nakokiyan dikare wekheviya zayendî were pêkanîn û civakek azad were avakirin.”

DELAL REMEZAN

Hesekê- Li kantona Hesekê ya li Bakûr û Rojhilatê Surye Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Hesekê di sala 2019’an de hatî avakirin, perwerdeya jineolojiyê berdewam dike. Derbarê xebatên li navendê tê meşandin de endama Navenda Lêkolînan a jineolojiyê ya Hesekê Aliya Osman nirxandin kir.

Aliya Osamn da zanîn ku jineolojî li ser bingehê azadiyê jinê û demoqrasiyê ava bûye, bi rêya navendê dikarin civaka jinê û dîroka wê lêkolîn bikin.

‘Divê di nava civakê de em rastiya jinê lêkolîn bikin’

Aliya Osman destnîşan kir ku rastiya jinê û pêvajoya dîrokî, dikarin bi rêya lêkolînê rastiya jinan di civakê de were zanîn û got: “Ji bo em bigihin azadiyê, divê em rastiya jinê di civakê de lêkolîn bikin. Ji ber azadiya civakê azadiya jinê ye. Li ser vî bingehî Navenda Lêkolîna jineolojiyê ya Hesekê, di merheleya yekem de lêkolînan dike, di merheleya dûem de pêvajoya jinan ya dîrokî, zilma ku ditî, hewildana tunekirina çandê di şexsê jinê de û mijarên weke wê ji civakê re tê gotin. Rastiya jinê çiqas tê lêkolînkirin ger em fam bikin koka têkoşîna di nava civakê de jî wê ewqas bi hêz bibe.”

 ‘Azadiya jineolojiyê alîkariya ditina çareseriyê ye’

Aliya Osman diyarkir ku zanista jineolojiyê  ji bo zanîna civakê ya paşerojê û dîtin çareseriyan re dibe alîkar û got: “Di waneyên ku li navenda jineolojiyê tê dayîn, zanyarin didin û distinîn û di nava civakê de ji bo perwerdeyê dibe alîkar.” 

 ‘Wekheviya zayendî di nava civakê de dikare were pêkanîn’

Aliya Osman da zanîn ku ji dema navenda Jineolojiyê hatî avakirin û heta niha destpêkê Şehîd Melda, gelek şehîd dane û wiha got: “Yek ji van jî di sala bûrî de Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê de, li bajarê Silêmanî hatî qetilkirin. Rejîma otorîter ku ji fikir û azadiya jinê ditirse, jinê dike hedef.”

Aliya Osman bi bîrxist ku Rizgarbûna ji nakokiyan  dikare wekheviya zayendî  were pêkanîn û civakek azad were înşa kirin û got:

“Bi dewreyên perwerdê hedefa me ewe ku em hişmendiyeyê di nava civakê de ava bikin û em dixwazin xwe bigihînin hêjmarek zêde. Civînên ku li Hesekê tên kirin, encamên perwerde û lêkolînan, raportaj bi awayê makaleyan tên parvekirin. Li her derê bajar etik û estetîk tê nasandin, ji derveyî wê jî gelek xebatên atolye jî tên li darxistin. Ji bo jiyanek azadiya demoqratîk, divê hemû jin bejdarî perwerdê bibin û di derbarê guherîna zihnyeta civakê de xebatan bidin meşandin.”