Pervîn Buldan: Tu carî dê nikaribin riya çareserî û aştiyê asteng bikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’ê de axivî û û got: “Bila aqilê dewletê yê ku tecrîda mutleq li ser birêz Ocalan dimeşîne bizanibe ku tu carî nikarin riya çareserî û aştiyê asteng bikin.”

Enqere– 4’emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Bazirganiya Cîhanê tê lidarxistin. HDP’ a ku ji ber berdewamiya doza girtinê amadekariya xebatên xwe yên aktîf dike di serdema nû de derbasî Partiya Çepên Kesk bibe, pankartên bi nivîsa “Em hêviyê mezin dikin” û “Hêvî em in” li salona kongreyê daliqand. Parlamenterê berê yê HDP’ê Murat Çepnî di axaftina vekirinê ya kongreyê de got: “Hemû kes li bendê ye ku em xwe di hindir de bigrin. Lê em ji bo serkeftinê li vir in. Dîroka HDP’ê dîroka vê ye.”

Kongre diyarî Dayikên Aştiyê hat kirin

Emîralî Turkmen û Halîde Turkoglu bi yekdengî wek seroka konseya kongreyê hatin hilbijartin. Dadgehê kongreyê diyarî Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de di 22’ê Tebaxê de ji Geverê ji bo îfadeyê bidin çûn Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan kir. Piştî hilbijartina meclisê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’ê de axivî û got: “Yên ku plana çok danînê li dijî me xistin meriyetê jî dîtin ku em têk neçûn lê planên wan têk çûn û hê jî têk diçin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya bi rûmet bernedin."

Pervîn Buldan: Aştî dê bi destên dayikên me pêk were

Pervîn Buldan di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji bo girtiyên siyasî, kesên li sirgûnê û hemû kesên nekarin tevlî kongreyê bibin kir û wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz a hêja de ez hemû rêhevalên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînim. Her wiha Xwedê rehma xwe li Dayikên Aştiyê Perîşan Akçelîk û Adalet Safali bike. Bila soza me ya ji bo wan be ku heta aştî tê vê xakê û heta rondikên çavên dayikan radiwestin û digihijin zarokên xwe em ê vê têkoşînê bidomînin.”

‘Ew ê nikaribin vê berxwedanê bi dawî bikin’

Pervîn Buldan, anî ziman ku HDP şitla evînê ye ku mîna cemreya ku li erdê ketiye bi hêviyê şîn dibe û got: “Bila zanibin ku bi dozên girtinê nikarin vê têkoşînê bi dawî bikin. Bila bibînin û zanibin ku em li dijî van hemû operasyonan bi israr li ber xwe didin. Têkoşîna me li her derê, li qadan, li kuçeyan, li qadan, li zindanan, li salonên dadgehê ye û di dilê her kesê ku li vî welatî aştiyê dixwaze û demokrasiyê diparêze de ye. Ew di her qada jiyanê de ye. Ji ber vê yekê em dibêjin dem e ku em nîşanî kesên ku hewl didin me tine bikin, yên ku hewl didin me tine bikin, nîşan bidin ku em li ber xwe didin.”

'Me çok ne danî lê plana wan a hilweşandinê hilweşiya'

Pervîn Buldan anî ziman ku hem li dijî bahoz li ber xwe didin û hêviyên wan zêde bûne û wiha got: “Me her dem li dijî bahozan li ber xwe da û têkoşiyan. Me hêvî mezin kir, paşve gav neavêt û tu caran du dil neman. Mîna Mehmet Sîncar, Mûsa Enter, Vedat Aydin û Îbrahîm Ayhanan em her tim li ser lingan man. Xwestin bi planên têkbirinê serî bi me bidin tewandin lê me tu carî netewand û planên wan vala derxistin.”

‘Hûn tu carî nikarin rê li ber çareserî û aştiyê bigrin’

Pervîn Buldan, anî ziman ku ew dizanin ku welat di pêvajoyeke giran re derbas dibe û diyar kir ku gelek sedemên derketina qeyran û kaosê li hemû qadan hene û got: “Li çar aliyan krîz û alozî hene. Sedema vê jî pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka wekhevî û tecrîdê ye, darbeya qeyûman e, qirkirina jinan û pirsgirêka talan û demokrasiyê ye. Lewma divê em têkoşînê mezin bikin û pirsgirêkan çareser bikin. HDP ji bo vê heye. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya aştiyeke bi rûmet bernedin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û guftûgoyê were çareserkirin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê xurtir û mezintir bikin. Aqilê dewletê yê ku li Îmraliyê tecrîdê li birêz Ocalan ferz dike baş bizanibe ku dê nikaribe riya çareserî û aştiyê bixitimîne. Em careke din soz didin ku dê bi têkoşîna xwe dawî li vê tecrîdê bînin.

Tecrîda li ser birêz Ocalan, tecrîdkirina aştî, demokrasî û pêşeroya welat e. Divê her kes bizane ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo mafê azadiya zimanê dayikê û baweriyê ya hemû gel û neteweyan bernedin. Di têkoşîna hevalên me yên astengdar de em ê li gel wan bin. Em soz didin ku dê têkoşîna ji bo Kurd, Elewî, Ermen, Suryan, Êzidî, Roman, Çerkes, Laz, Pomak û hemû gelan mezintir bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo makeqanûneke piranîparêz, demokratîk û sivîl bidome. Em ê her tim gel kedkaran cih bigirin, têkoşîna li dijî rejîma qeyûman mezintir bikin, li dijî talankirina xwezayê berxwedana xwe mezintir bikin.”

‘Jin hêza guhertinê ye nikare were rawestandin’

Pervîn Buldan jî banga yekitî û hevgirtinê li kesên ku gelê Kurd nas nakin kir û wiha got: “Em li vî welatî yekîtiya gelê Kurd ava bikin, li dijî kesên ku gelê Kurd nahesibînin, li hemberî kesên ku hewl didin gelê Kurd tune bikin, ziman û çanda me înkar dikin, yekîtiya gelê Kurd ava bikin û pêşengiya vê bikin. Heta her bijî yekitiya gelê gur bêje em li ser vê meselê rawestin”

Pervîn Buldan xîtabî jinan kir ku HDP partiyeke rast a jinan e û jinan bi HDP’ê destkeftiyên mezin bi dest xistine. Pervîn Buldan anî ziman ku wê dîrok bi jinan re bi pêş ve biçe û jin wê di her qada jiyanê de pêşengiyê bikin û wiha got: “Wê cesaretê bide mirovan. Çi dibe bila bibe, jin ji bo guhertinê hêzeke ku nayê rawestandin e. Em ê biguherînin, em ê ava bikin û em ê bi ser bikevin. Em ê dirûşma ‘Jin Jiyana Azadî’ li hemû cîhanê bibêjin û deng vedin”

‘Min sond xwar ku heta nefesa xwe ya dawî li ser vê riyê bimeşim’

Pervîn Buldan, anî ziman ku ew her dem bi rûmeta xwedîderketina li rewşenbîriya HDP'ê ye, di bin vî banî de têdikoşe û wiha berdewam kir:

“Ev doz, doza wan kesan e ku di nefesa xwe ya dawî de jî digotin ez deyndar diçim e. Min jî sond xwariye ku dê heta nefesa xwe ya dawî di vê riyê de bimeşim û bibim parçeyeke vê têkoşînê. Ev nêzî 5 sal in hevseroka giştî ya vê partiyê me. Me got ku niha jî dem dema guherîn û veguherîneke mezin e. Ne mumkun e ku tu kes ji me dengên me di hilbijartina dawî de girtin qebûl bike. Ji bo ku li rexneyên we guhdar bin, me bi gel re, bi avadanî û rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan, bi meclisên jin û ciwanan re civîn li dar xistin û niha jî 4’emîn Kongreya Awarte li dar dixin. Di serî de hevalên me yên li girtîgehan, spasiyên xwe pêşkeşî hemû hevalên jin, Dayikên Aştiyê û gelê me dikim ku di vê pêvajoyê de ji min re bûn heval û rêheval. Ez soz didim ku dê her tim li cem we bim. Dê ev têkoşîna bi rûmet teqez bi ser keve. Dê zalim têk biçin û serkeftin a Mazluman be. Riya me tevan vekirî be. An serkeftin an azadî yan azadî.”

Mîthat Sancar: Xeta rast a têkoşînê em dikarin biafirînin

Piştî axaftina Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar mafê axaftinê girt. Mîthat got: “Divê em careke din xeta têkoşînê ya xurtir ava bikin. Ji ber ku tu hêz, navnîşan, dînamîka ku demokrasî, aştî, azadî û wekheviyê bîne vî welatî nîn e. Lewma berpirsiyariya me mezin e, erka me giran e. Beriya wê em rastî gelek astengî û zehmetiyan hatin. Kêmasiyên me, xeletiyên me hebûn. Em ê vana paşguh nekin lê em dizanin ku encex bin nirxandina van hemûyan rê û xeta rast a têkoşînê em dikarin biafirînin.”

 Piştî axaftinan kongre bi xwendina raporan berdewam dike.