Pervîn Bûldan bi sefîrên YE yê re civiya
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi sefîrên YE yê re hevdîtin kir û di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û zextên li dijî partiya wan.
Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hîşyar Ozsoy, di xwarina ku bi malovaniya Sefîrê Mezin ê Delegasyona Tirkiye û Yekitiya Ewropayê (YE) de bi sefîrên welatên YE'ê re hatin gelhev.
Pervîn Bûldan, di hevdîtinê de nêrina partiya xwe ya ji bo qrîza siyasî û aborî ya li welat parve kir û nîqaş û lêkolîn û nîqaşên nav raya giştî yên derbarê hilbijartinên ku nêz dibin de nirxand. Pervîn Bûldan, nêrinên xwe yên derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pek nanîne biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Demîrtaş de, Doza Kobanê û doza girtiya HDP'ê de ragihand.
Pervîn Bûldan, pirsên sefîran jî bersivand û diyar kir ku rexmî zext, girtin û darizandinan jî HDP hêza xwe mezin dike û di siyaseta pêşerojê ya Tirkiyeyê de weke aktoreke ku encaman diyar bike wê di guhertina siyasî ya welat de roleke girîng bilîze.