Perî ya Şarezorê jiyana xwe ji dest da

Dayê Perîya ku li Şarezorê weke Hecî Perî tê nasîn û di heman demê de endama Encûmena Tevgera Azadîya Komeleya Kurdistanê ya bajaroka Şarezorê û endama Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê di sibeha 22’ê Tebaxê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

HEWAR MEHEMED
Şarezûr - Endama Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Perî Mehemed Sabir a li Şarezorê weke Hecî Perî tê nasîn sala 1972’an hatiye dinê. Salên 1980’an li Başûrê Kurdistanê pêşmergatî kiriye. Di sala 2015’an de peywendiya wê li gel Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê çêdibe. Di wan deman de endama Encûmena Şarezûrê ya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê bûye. Dayê Perî ya dayika sê zarokane 22’ê Tebaxê di temenê 48 salî de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û li goristina Seyîdsadiq sipartin axê. Dayê Perî weke jinek azadîxwaz, şoreşger û pêşenga jinan û hertim ji bo azadiya jinan û azadiya Kurdistanê têkoşîn dikir û zarokên xwe ji bi heman awayî perwerde kiriye.
“Ew jinek pêşeng a hertim li qadan bû”
Endama Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdistanê Sara Reza girêdayî jiyan û têkoşîna Periya Şarezorê wiha got: “Mixabin îro jinek jîr, azad û têkoşer koça dawî kir  ku hertim ji bo azadiya civakê hertim li qadan bû. Dayê Perî hertim ji bo azadiya jinê têdikoşe. Em weke Tevgera Azadiyê em sersaxiyê ji malbat, xêzan û hevalê wê dixwazin. Mirina dayê Perî êşek mezin xist di nava Jinên Tevgera Azadî û welatê me. Em soz didin weke jin li ser rêya dayê Perî berdewam bikin.”
“Dayê Perî ji aliyê xelkê ve gelek dihat hezkirin”
Awat Mehemed heval û xizmê dayê Perî bi dilek bi êş di derbarê jiyana wê de wiha axivî: “Jinek dilpaqij û birêz bû. Tu caran yek kes di nava mala mede dilê me jê ne dima. Weke xuşkek ya min bû. Hecî Perî rêz li hemû kesan digirt û ji aliyê xelkê ve jî gelek di hat hezkirin. Di temenek ciwan de hevjinê xwe winda kir û bi tenê zarokên xwe perwerde kir.”
“Dayê Perî nîştimanperwer bû”
Xuşka dayê Perî Hecî Gulko jî balkişand li ser eleqeya welatiyan a li hemberî : “Hecî Perî mirovek bi rêz û bi wijdan û niştimanperwer bû. Gelek dilsoz û xemxwarê xizim û dost û nîştîman bû. Jinek bi sebir û aram bû. Em weke du xwîşk em bi hevdû re gelek başbûn.”
Rêxîstina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK sersaxî jî ji malbata Dayê Perî re xwastin û gotin: “Dayê Perî dayikek welatparêz û azadîxwaz bû hertim bi ruhek mezin li hercihekê pçwîst bûya amade dibû û hertim bejdarî hemû çalakiyên taybet dibû.”