Pergala tenduristiyê ya Sûdanê li ber hilweşînê ye

Ji ber kêmbûna fînansmanê û şerê navxweyî yê li Sûdanê, qada tenduristiyê ketiye qonaxeke metirsidar. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyar dike ku gelek klînîk tên girtin û bi milyonan mirov bi qeyraneke mezin re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê qada tenduristiyê ji ber kêmbûna fînansmanê her ku diçe xirabtir dibe. Valahiya di xizmetên bingehîn de berfireh bûye û nexweşxane nikarin pêdiviyên girîng peyda bikin, ev yek jî dihêle ku bi milyonan kes rûbirûyî rewşeke tenduristiyê ya gelek xirab werin.

Hilweşîna binesaziya tenduristiyê

Hilweşîna pergala tenduristiyê, di qeyranên navxweyî yên Sûdanê de bûye pirsgirêkek mezin. Kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî, binesaziya nexweşxaneyan a xirab û nebûna şiyanên karmendên tenduristiyê hewcedariyan zêde dike.

Hişyariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), piştrast kir ku pergala tenduristiyê li ber hilweşînê ye. Klînîk û navendên derveyî nexweşxaneyê ji ber kêmkirina fînansmana alîkariyê, neçar dimînin ku deriyê xwe bigirin.

Koordînatorê WHO’yê ya li Sûdanê, diyar kir ku pevçûna berdewam hewcedariyên mirovî li welat zêde dike û kêmkirina fînansmanê mîqdara alîkariyê sînordar dike. WHO'yê, hişyar kir ku girtina klînîkan nexweşan ji lênêrîna tenduristiyê bêpar dihêle û zextê li ser tesîsên tenduristiyê yên mayî zêde dike.

Şerê navxweyî û bandora wî ya mirovî

Li Sûdanê ji Nîsana 2023’an û vir ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şerekî dijwar berdewam dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ev şer bûye sedema qeyrana mirovî ya herî mezin a cîhanê û di nav Sûdanê de zêdetirî 11 milyon kes koçber bûne an jî neçar mane ku birevin welatên cîran.