Pergala perwerdê û amadekariyên ezmûnên salê
Berdevka Komîteya Ezmûnan a Kantona Hesekê Rûken Cima teqez kir ku pêşkêşkirina ezmûnên amadehî û navîn gavek yekem di herêma Cizîrê de ye û xwedîderketina li zimanê dayikê ye ku dê 6’ê Hezîranê dest pê bike.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Ev 10 sal in Şoreşa Rojava çêbûye, qada fêrkirin û perwerdeyê jî lingê herî bingehîn ê pêşxistina şoreşê ye. Ji destpêka şoreşê heya niha jî kar û xebat ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê tê kirin. Îsal jî wekî gava yekem û girîng dê ezmûnên pêşkêşkirina amadehî û navîn di 6’ê Hezîranê de dest pê bike. Der barê vê mijarê de Berdevka Komîteya Ezmûnan a Kantona Hesekê Rûken Cima ev gav li tevahî pêkhatiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.
"Xwendekarên herêma Cizîrê pêşwaziya ezmûnan dikin"
Rûken Cima diyar kir ku li herêma Cizîrê dê ezmûn li 32 navendan pêk were û wiha domand: "Ev demek dirêj e em amadekariya ezmûnan dikin. 2532 xwendekarên beşa amadeyî ne û 5165 xwendekar jî yên beşa navîn in. Ev xwendekar hemû hatine tomarkirin. Her wiha nêzî 800 mamosteyên şopandinê hatine amadekirin. Ji bo xwendekaran nasnameya pêşkêşkirina ezmûnan hatiye amadekirin û belavkirin. Her wiha wê xwendekarên navçeya Til Temir, bajarê Hesekê û bajaroka Til Berek li bajarê Hesekê beşdarî ezmûnê bibin."
"Ji bo ezmûnan dibistanên taybet hatine eyarkirin"
Rûken bal kişand ser dibistanên ku ezmûn li wan pêk werin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji bo xwendekar baş tevli ezmûnan bibin dibistanên taybet hatine eyarkirin. Dibistanên ku li bajarê Hesekê hatine amadekirin navê wan wiha ne: Can Hecar, Ehmed Mixlif, Felek Hewas û Mazin Hisên e. Li navçeya Dirbesiyê 3 dibistan in û wê dibistana Şecera Der, Yermûk û Remedan Remo beşdar bibin. Li Kantona Qamişlo jî 14 navend hatine eyarkirin. Em naxwazin xwendekar ji cihekî dûr berê xwe bidin ezmûnan, loma heya ji me hat me li cihên nêz tomar kir. Li bajarê Qamişlo 7 navend û bajaroka Girkê Legê ya Kantona Qamişlo 7 navend hatine eyarkirin."
Rûken Cimo herî dawî diyar kir ku ev gava ku avêtine gaveke stratejîk e û wiha bi dawî kir: "Ji bo xwedîkerketina li zimanê dayikê pêşkêşkirina ezmûnên amadehî û navîn gaveke dîrokî û stratejîk e. Qada fêrkirin û perwerdehî di nava şerê 10 salan de di şert û mercên herî zehmet de li ber xwe da. Di encama van gavan de îro xwendekarên me dibin xwedî nasname. Ev gav ji bo gelê Kurd gaveke dîrokî û berhema şoreşê ye. Bi riya vê gavê em dikarin nivşeke azad û demokrat ava bikin."