‘Pergala Îmraliyê pergala îşkence û qirkirinê ye’

Hevberdevka Komîteya Tenduristî ya Mexmûrê Nûran Sezgîn, nêzîkatî û helwesta CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan wek hevkariya bi dewleta Tirk re binav kir û got ku li Îmraliyê pergala qirkirinê tê meşandin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdek mutlaq de tê girtin û 43 meh in bi tu awayî agahî ji wî û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî nayê girtin. Hemû serlêdanên ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ji aliyê malbat û parêzeran ve tên kirin, bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” ya tên redkirin.

Hevberdevka Komîteya Tenduristî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Nûran Sezgîn, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora pergala Îmraliyê ji ajansa me re axivî.

‘Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo nayê pêkanîn’

Nûran Sezgîn, di destpêka axaftina xwe de tecrîd û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî Rêber Apo biryarek da. Ev biryar ji bo dewleta Tirk diyariyek e. Em wek gelê Kurd vê biryarê şermezar dikin. Zagonên xwe bi xwe ava dikin û ji bo cîhanê pêşkêş dikin lê bi xwe pêk naynin û li gorî daxwaza dewleta Tirk ku gelê Kurd qetil dike tevdigerin. Mafê hêviyê weke mafê jiyanê mafekî rewa û bingehîn e. Weke mafên mirovan hatiye pênasekirin. Ferdek ku li girtîgehê 25 salên xwe tijî bike, mafê wî/wê ya hêviyê heye lê mixabin ji bo Rêber Apo nayê pêkanîn. Ev yek ji derveyî hiqûqî ye.”

‘Dirûtî ye’

Nûran Sezgîn bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de tê girtin û 43 meh in agahî jê nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran tên astengkirin û bi hincetên cuda cezayên dîsîplinê tên dayîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Tu meşrûiyeta Saziyên Mafên Mirovan û bi taybetî jî CPT’î nemaye. Endamên CPT’î di demên xwe de tiştek nakin û piştî teqawît dibin nêrînên xwe tînin ziman. Ev yek ji derveyî exlaqî ye. Pêwîst e CPT der barê rewşa Rêber Apo de ji raya giştî re daxuyanî bide. Nêzîkatiya CPT dirûtî ye.”

‘Pergala Îmraliye bandorek mezin li ser rewşa tenduristî yê Rêber Apo dike’

Nûran Sezgîn, diyar kir ku pergala Girtîgeha Îmraliyê pergalek îşkenceyê ye û got: “Pergala Îmraliyê pergalek îşkence û qirkirinê ye. Pergala Îmraliye bandorek mezin li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo dike. Di aliyê tenduristî de mayîna Rêber Apo li Îmraliyê bê ewle ye. Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê tevahî mirovahiyê ye. Li tevahî cîhanê paradîgmaya Rêber Apo tê qebûlkirin. Îro li Efrîqaya Başûr û Emerîkaya Latîn fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo tê nîqaşkirin. Rêber Apo avakerê pergala civakî ye lê li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Girtîgeh dibe sedema nexweşiyên astim, nefestengî, sinûzit, hêlandina hestî û xeteriya jiyanê lê ruxmî vê yekê jî CPT erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne û Konseya Ewropayê ji bo berdewamiya vê tecrîdê demê dide dewleta Tirk.”

‘Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn kîlîta çareseriyê ye’

Nûran Sezgîn, di dawiya axaftina xwe de banga misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha bi dawî kir: “Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in û em vê yekê qebûl nakin. Divê demildest azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn kîlîta çareseriyê ye. Divê em lê derbikevin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest bixin.”