‘Pêngava serhildanê li dijî zihniyeta baviksalar hat destpêkirin’
Ji Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, Meyada El Ehmed got ku sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e ji ber wê tundiya siyasî û civakî ji aliyê dewletên desthilatdar ve zêdetir bûye.
YUSRA EL-EHMED
Reqa- Bi nêzbûna 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Hemberî Jinan re, platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10’ê Mijdarê de ragihand ku wan dest bi bernameyeke berfireh a çalakiyên cuda bi sernavê "Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe Biparêze" kirine. Dê çalakî di roja 25’ê Mijdarê de bi dawî bibin.
Der barê bernameya pêngavê de ji koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Meyada El Ehmed got: "Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re me bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe ragihand. Çalakî dê li hemû bajar û gundan werin lidarxistin her wiha panelên diyalogê, civîn semîner û çalakiyên ji bo mêran jî hene. Ji ber ku yên tundiyê dikin zilam in loma divê werin hişyarkirin."
‘Mêr û dewletên sermayedar ji îradeya jinên azad ditirsin’
Der barê armanca destpêkirina pêngavê de jî got: "Ev pêngav di demeke ku jin bi tundiyê re rûbirû dimîn de çêbû. Sedsala 21’ê weke sedsala azadiya jinan hatiye pênasekirin ji ber wê tundî duqat zêde bûye. Mêr û dewletên sermayedar dîktator ji îradeya jinên azad ditirsin ji ber wê yekê divê jin di aliyê ramanî û fizîkî de şer bikin."
Der barê tundiya siyasî ya li dijî jinan de jî Meyada El Ehmed wiha got: "Ev tundî gelek zêde bûye ji ber ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn bi zagonên çewisandinê re rûbirû dimîne. Gelek dewlet vê yekê lê ferz dikin. Piranî li Iraq Îran û Lîbyayê niha rewş ji ber van zagonan gelek xirab e."
‘Dewleta Tirk bi madeyên dest dirêjî ciwanan dike hewl dide berê wan bide riyên xirab’
Der barê siyaseta dewleta Tirk de jî wiha anî ziman: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe li dijî binesaziya herêmê ku di encamê de 3 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan siyaseteke topyekûn dimeşîne. Bi zihniyeta dîktatorî tevdigere û hewl dide vîna jinan bişkîne her wiha awayên şerê taybet bi riya îstîsmarkirina li ser medyaya dîjîtal û montajkirina wêneyên jinan gelek kiryarên derexlaqî dike. Bi belavkirina madeyên hişbir li herêmên me hewl dide hêza ciwanan bişkîne û berê wan bide riyên xirab. Kesên ku di şeran de herî zêde bedêlan didin jin in. Îro em dibînin binpêkirina mafên jinan, qetilkirin, tecawiz û koçberiya bi darê zorê di şeran de li dijî jinan çêdibin. Mînakên wê yên herî rojevî û şenber jî di şerê li Xezayê de tên dîtin û her wiha êrişên li dijî Lubnanê."
‘Li herêma me kêliyên dîrokî tên jiyîn û em ber bi pêngavên girîng ve diçin’
Meyada El Ehmed wiha domand: "Ev pêngav di çarçoveya pîrozkirina berxwedan û têkoşîna jinên azad a serê xwe ji dagirkerî û cudakariyê re netewandiye hat lidarxistin. Jin hewl didin xwe û zarokên xwe biparêzin ji bo avakirina malbat û civakeke xwedî rêgezên exlaqî demokratîk û azad têdikoşin. Herêm ber bi gavên dîrokî ve diçe. Jin di dema me ya niha de dikarin vê rojê nas bikin dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafên xwe bikin her wiha li hemberî hemû cureyên tundiyê têbikoşin."
‘Pêngava me peyamek e’
Meyada El Ehmed da zanîn ku pêngav peyamek e û got: “Em berxwedana xwe berdewam dikin û em li ser xeta xwişkên Mîrabel in. Em weke tevger û rêxistinên jinan sîwana parastina jinan û mafên wan in. Em bi hemû hêza xwe hewl didin ne tenê vê rojê her roj li hemberî hemu cureyên tundiya li dijî jinan têbikoşin. Çalakiyên me dê berdewam bikin. Em ranawestin heta edalet û wekhevî ji bo jinan pêk were. Em ê bi dengekî daxwazên xwe bînin ziman û serhildana xwe bilind bikin."
Meyada El Ehmed bal kişand ser cudahiya pêngava îsal û wiha got: "Her sal em dest bi pêngavan dikin. Îsal bi çalakiyên rengîn pêngava me cuda ye. Jin zêdetir tevli pêngavê dibin û girîngiyeke mezin didinê. Divê hemû jinên cîhanê destên xwe bidin hev û refên xwe bikin yek li hemberî sîstemên desthilatdar bisekinin û koletiyê nepejirînin. Bi hêz û îradeya jinên azad wê hemû jinên cîhanê azad bibin."