Pêngava komkirina îmzeyan li Til Temirê ji sedî 70 derbas kir

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Til Temirê ku rastî eleqeyeke mezin a jinan û civakê tê didome.

Hesekê- Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 9’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand. Tê zanîn ku ev îmze piştî bi dawî bibe, wê ji Yekitiya Ewropayê YE’ê yê re werin şandin.

Însiyatîfa gel a navçeya Til Temira Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê Sibatê de piştî avakirina komîteyan dest bi komkirina îmzeyan li navçe û 185 gundewarên wê kir.

Komîteyê ligel hevserokên komînan û komîteya şopandinê, her roj ji sibehê heta danê piştî nîvroyê derî bi derî, kolan bi kolan û gund bi gund bi dildariyek mezin û bêyî westandin ji bo komkirina îmzeyan, digere.

Li gorî berdevkê komîteyê û îsiyatîfa gel a navçeyê heta niha ji sedî 70 pêngav xilas bûye û zêdetirî 23 hezar îmze hatine komkirin. Komîte ji pêkhateyên navçeyê Kurd, Ereb, Asûr û koçberên Efrîn, Serêkaniyê û gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê yên ku li gundewarên navçeya Til Temirê bi cih dibin, îmzeyan kom dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sivîlên li xetên agir bi cih dibin, ji bo azadiya Ocalan îmzeyên xwe dan. 

'Bi dildarî civak îmzeyan ji bo Ocalan dide'

Têkildarî vê mijarê endama komîteya perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan ku di însiyatîfa gel a komkirina îmzeyan de cih digre Nehla Xelef axivî û wiha behsa rêveçûna pêngavê kir: "Em di hefteya sêyem a komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo de ne. Nêzî sedî 70 pêngava li Til Temirê xilas bûye. Pêngav rastî eleqeyeke mezin ji hêla civakê û bi taybetî jinan ve tê. Civak ji bo pêngavê bi hemû aktîfbûna xwe îmzeyên xwe dide û nêzîkatiyên neyênî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan raber nekirine her kes li gorî temenê ku hatiye diyarkirin beşdarî vê hemleyê dibin."

'Divê em ji bo azadiya rêberê xwe gelek bixebitin'

Nehla Xelef bi wesîleya 8’ê Adarê bang li jinan kir ku bêtir di pêngava komkirina îmzeyan de xwedî li rêberê xwe derkevin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rêber Apo gelek ji bo me xebit û ked da, îro  dora me ye divê em xwedî lê derkevin û bikaribin ji sedî yek be jî tiştek bikin. Rêberê ku got ku mafên jinan jî heye, hêja ye ku em hemû kêliyên xwe ji bo wî bixin xizmetê. Pêngav heta komkirina hejmara hatiye diyarkirin wê bidome lê belê em çiqas jî kom bikin dîsa kêm e li hemberî keda rêbertiya me kiriye. Hemle dê heta 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Ocalan berdewam bike lê belê ji ber pêngav û dildariya civakê pir baş e dê beriya wê xilas bibe."