Pêngava ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî sala xwe tijî kir

Piştî ku salek pêngava azadiyê qediya Rêveberiya Xweser û TAJÊ daxuyaniyek dan û dan zanîn ku ji bo li Şengala xweser û azad Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî bikin lazim e çalakî û têkoşîna xwe xurtir bikin.

Şengal- Di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşma ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navneteweyî hat destpêkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî di 21’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevli vê pêngava navneteweyî bûn. Li Şengalê di nava salekê de gelek çalakiyên cihêreng di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin. Salek di ser vê pêngavê re derbas bû.

Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a Şengalê daxuyanî ji aliyê berdevka dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî û hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser Xwedêda Ilyas ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala duyemîn a pêngavê de wê asta têkoşînê bilind bikin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye;

‘Em bi biryardarî dest bi pêngava duyem dikin’

“Wekî tê zanîn di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşma ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navneteweyî hat destpêkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî ev pêngav weke pêngava azadiya hemû gelên bindest nirxandin û di 21’ê Cotmeha 2023’an de bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevli vê pêngava navneteweyî bûn. Di nava sala borî de li seranserê dinyayê bi sedan çalakiyên cuda hatin lidarxistin û bi milyonan kes tevli pêngavê bûn. Şengal jî seranserê salê ji bo pêşxistina vê pêngavê çalakiyên bi wate pêşxistin. Niha tam salekî di ser vê pêngavê re derbas bûye ku em encamên sala borî binirxînin û bi îddia û baweriyeke xurtir dest bi sala duyemîn a pêngava azadiyê bikin.”

‘Hedef azadiya Rêber Abdullah Ocalan e’

Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de teslîmî dewleta Tirk hat kirin û ev 25 sal in di nav tecrîdeke giran de tê girtin. Yanî Rêber Abdullah Ocalan ku ev 50 sal in têkoşîn û berxwedana azadiya gelên bindest dimeşîne, ji nîvê vê têkoşîna xwe di zindana Îmraliyê de derbas kir. Di nava van 25 salan de ji bo azadiya wî gelek caran çalakî û kampanyayên cuda hatin lidarxistin. Lê ev pêngava dawî ku hatiye destpêkirin ji hemû kampanyayên beriya niha cudatir e. Ya yekemîn, ev çalakî di asta pêngavek de hat destpêkirin û hedef azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Yanî heya azadiya wî ya fizîkî were bidestxistin ev pêngav wê berdewam bike. Ya duyemîn, hemû xebatên me yên ji bo azadî û demokrasiya gelan jî bi vê pêngavê re girêdayî ne. Yanî têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Ocalan û têkoşîna me ya ji bo azadî û xweseriyê pêk ve têne meşandin. Ji ber vê, ev pêngava dawî hem bi hedef û armancên xwe ve hem bi şêweyê çalakiyên xwe ve ji pêngavên demên borî cûdatir e.

‘Bû hêviya mirovahiyê’

Di nav salekê de jixwe ev ferq û cudahiya vê pêngavê xwe bi her awayî nîşan da. Ev pêngav li hemû cîhanê veguherî pêngava azadî û demokrasiyê ya hemû mirovahiyê. Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji her demê zêdetir li dinyayê belav bûye. Bi naskirina fikrên Rêber Ocalan re hêvî û baweriya miravahiyê careke din geş bû. Ev pêngav li ku derê hatibe destpêkirin, li wê derê coş, moral û hêvî çêbû. Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, feylesof, nivîskar û zanyarên dinyayê bi fikrên Rêber Ocalan geş bûn. Herî dawî 69 xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Ocalan banga azadiyê kirin. Em bala xwe bidinê, ev dinyaya ku parçe parçe hatiye kirin li derdora pêngava azadiyê de bû yek. Em bînin bîra xwe, ne di mijara şerê Ukrayna-Rûsyayê de ne jî di şerê Hemas û Îsraîlê de dinya nebû yek, lê di mijara azadiya Rêber Abdullah Ocalan de mirovahiya azad bû yek deng. Ev xalekî pir girîng e ku divê em rast binirxînin. Ev tê çi wateyê; ev dinyaya ku bi şer û pevçûnan hatiye parçekirin, ev dinyaya ku bi siyaseta desthilatdaran di nav şerên olî, mezhebî û qewmî de hatiye parçekirin, yekbûna xwe di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de dît.

‘Tecrîd şerên li Rojhilata Navîn kûrtir dike’

Sala borî bi şer û pevçûnên giran derbas bû. Bi taybetî êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistîn û Lubnanê, Rojhilata Navîn xist nav behra xwînê. Ev rewşa şer jî tesbît û nirxandinên Rêber Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn careke din piştrast kir. Rêber Abdullah Ocalan bi dehan salan e hişyar dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne bi şerê desthilatdariyê ne jî bi şerên olî, mezhebi û qewmî çareser nabin. Ev tesbîtên Rêber Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn, di nava sala borî de careke din bi îsbat û delîl bû. Ji ber vê, gelên Rojhilata Navîn jî zêdetir berê xwe didin fikrên Rêber Ocalan. Êdî her kes dibêje ku tecrîda li ser Rêber Ocalan şerê li Rojhilata Navîn kûrtir dike û azadiya wî dê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên herêmê veke. Ev jî encameke girîng a pêngava azadiyê bû.

‘Sîstema Îmraliyê sîstemeke navneteweyî ye’

Dîsa pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rastiya sîstema dewlet û desthilatdaran jî careke din raxist ber çavan. Di serî de Ewropa, dewletên ku xwe weke nûnerên azadî û demokrasiyê nîşan didin derket holê ku tu eleqeya wan bi azadî û demokrasiye re nîn e. Vê pêngavê ji her demê zêdetir zelal kir ku sîstema Îmraliyê sîstemeke navneteweyî ye û yên ku dibin sedem tecrîd berdewam bike û Rêber Abdullah Ocalan ji azadiya fizîkî bêpar were hiştin sazî û dezgehên navneteweyî ne ku her roj bi navê azadî û demokrasiye sond dixwin! Vê pêngavê rûyê reş ê van dewlet û saziyan nîşan da. Vê pêngavê nîşan da ku ev sazî û dewletên navneteweyî li dijî azadî û demokrasiya gelan in.

‘Azadî bê çalakî nabe’

Bi cewherî di encama pêngava azadiyê de gelek encamên girîng û dîrokî derketin holê. Hêvî û idiaya azadiyê ji her demê xurtir bû. Lê lazim e em vê jî tesbît bikin ku em hê negihîştine hedefên xwe yên esasî. Hedefa esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Her wiha mîsogerkirina xweseriya Şengalê ye. Me ber bi van hedefan ve gav avêtin lê em tam negihîştine van hedefan. Ev jî mijara rexnedayînê ye ji bo me. Ji ber vê di duyemîn sala pêngavê de lazim e em kêmasiyên xwe derbas bikin da ku bigihîjin serkeftinê. Ji bo em li Şengala xweser û azad Rêber Abdullah Ocalan pêşwazî bikin lazim e em çalakiyên xwe xurtir bikin. Pêwîst e di sala duyemîn a pêngavê de em fikrên Rêber Abdullah Ocalan li her maleke li Şengalê bidin naskirin û li ser vê esasê em her kesê li Şengalê vedixwînin ku tevli çalakiyên azadî û xweseriyê bibin. Eger em fikrên Rêber Ocalan bi rastî bi civakê bidin naskirin, her kesek ku vê fikrê nas bike wê tevli çalakiyan bibe. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘Azadî bê çalakî nabe.’

‘Wê fikrên azad li Nînovayê deng vedin’

Her wiha di sala duyemîn a pêngavê de em ê fikrên Rêber Abdullah ocalan li Deşta Nînovayê û di asta Iraqê de zêdetir bixin rojevê. Bi taybetî em ê hewl bidin vê pêngavê veguherînin pêngaveke azadî û demokrasiyê ya Iraqê. Ji ber ku Iraq bi xwe di nava qeyraneke mezin de ye, dixwaze xwe ji qeyranan rizgar bike lê dike û nake ji kembera şer û pevçûnan xilas nabe. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Iraqê jî ji bo dewleta Iraqê jî riya çareseriyê ne. Ji ber vê em ê vê rastiyê zêdetir bixin rojeva dewleta Iraqê û em ê hevkariya bi hêzên demokrasiyê yên Iraqê re xurtir bikin.

‘Wê sala duyem bibe sala serkeftinê’

Li ser van esasan em êdî em dikevin sala duyemîn a pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî.’ Bi hêz û tecrubeya sala yekemîn a pêngavê, em bi îdia û hêviyeke mezintir dest bi sala duyemîn a pêngava azadî û xweseriyê dibin. Ev pêngav di heman demê de bersiv û helwesta me ya ji bo siyaseta şer a li herêmê ye jî. Em bawer in ku wê sala 2025’an bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xweseriya Şengalê. Eger em hêvî, bawerî û têkoşîna xwe bilind bikin Azadiya Rêber Ocalan jî xweseriya Şengalê jî ne dûr e. Em ê weke Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo pêşengiya sala duyemîn a pêngavê kar û xebatên xwe xurtir bikin her wiha em bang li gelên Şengalê, hemû gel û baweriyên li Deşta Nînovayê û hêzên demokrasiyê yên Iraqê jî dikin ku ji her demê zêdetir beşdarî pêngava azadiyê bibin.”