60 penaber di Derya Spî de mirin

Qeyika ku hefteyek berê ji Libyayê hereket kiribû, di Derya Spî de winda bûbû hat dîtin. 60 penaberen ku di botê de bûn mirin.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) Shabia Mantoo, ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî qezaya qeyika li Derya Spî agahî da. Shabia Mantoo, da zanîn ku qeyîka ku li Derya Spî bêserûber penaberan dibir, qeza derbas kiriye û herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Shabia Mantoo, got: "Yek ji van bûyerên bi xof ên di nava deryayê de çêdibin jî ev e. Ev hemû bêbaldarî û bêçalakîbûna ku dibe sedema mirinê tînin bîra me. Divê bi lezgînî alternatîfên bi ewletir werin dîtin."

25 kes hatin rizgarkirin

Saziya civaka sivîl (SOS) ku navenda wê Fransa ye û penaberên di Derya Spî de rizgar dike, diyar kiribû ku li Derya Spî herî kêm 60 penaber winda bûne. SOS’ê diyar kiribû ku keştiya Ocean Vîkîng a aydê Derya Spî, ji qeyîka penaberan a ku beriya hefteyek ji Libyayê rabûbû, duh 25 kesan rizgar kiriye.

Divê bi lezgînî tiştek were kirin

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji hesabê xwe yê X vê daxuyaniyê dabû: "Agahiya qezaya qeyîkek di Derya Navîn de me pir xemgîn kir. Keştiya Ocean Vîkîng, diyar kiribû ku 25 kesên ku hefteyek berê ji Libyayê ketibûn rê rizgar kirine lê nêzî 60 kes winda ne. Ji bo ku seferên li ser deryayê werin bihêzkirin û pêşî li van trajediyan were girtin divê çalakî werin lidarxistin."