Penaberên Sûdanî yên li Misrê bi gotinên nefretê re rû bi rû ne

Ji Ofîsa Qada Penaberan a Afrîkayê ya li Misrê Ranîa Al-Ounî, diyar kir ku penaberên Sûdanî yên li Misrê bi gotinên nefret û êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin û xwet Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de bi lezgînî xebatan bike.

SALMA AL-RASHİD

Sûdan- Tevî ku di ser şerê li Sûdanê de çend meh derbas bûne jî penaberên jin û mêr rastî tacîz û gotinên nefretê tên. Ji Ofîsa Qada Penaberan a Afrîkayê ya li Misrê Ranîa Al-Ounî, bang li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir ku li gorî hevpeymanên navneteweyî tevbigere. Ranîa Al-Ounî, xwest gelê Sûdanê bêyî guhertina dewleta Sûdanê weke hemwelatî girêdayî bimîne û anî ziman ku dixwaze şert û mercên penaberan bên nirxandin, karûbarên qeydkirinê bên bilezkirin, faktora derûnî li ber çavan bê girtin û ji bo mijara zarokên di temenê dibistanê de girîngî bê dayîn.

'Hejmara kesên tên roj bi roj zêde dibe'

Ranîa Al-Ounî, da zanîn ku her wiha ne tenê ji bo pênaberên Sûdanê, girêdana zagonên dewletê û belavkirina çanda aştiyê û redkirina gotinên nefretê li ser penaberên Sûdanê û da zanîn gelek navendên girêdayî Komîsariyê ku xizmetê didin penaberan hene. Ranîa Al-Ounî, wiha axivî: “Diyarkirina hejmara penaberên jin û mêr ên li Misrê zehmet e. Li gorî daneyan tê diyarkirin ku ji 15’ê Nîsana 2023’an û vir ve hejmara penaberan 10 hezar derbas bûye. Bi taybetî hejmara penaberên piştî êrîşa li dijî bajara Waa Medanî roj bi roj zêde dibe.”

Ji bo jinan xebateke girîng

Ranîa Al-Ounî, der barê UNHCR’ê ji bo jinên ku di encama şer de rastî tundiya zayendî û binpêkirinan tên, polîtîka yan jî pergalek tên şopandin an jî nayê şopandin de jî wiha got: “UNHCR’ê jin, zarok, kal û pîr û nexweş jî di nav de ji bo pênc komên hestiyar pergalek bi pêş xist. Jinên ku rastî tundiya zayendî yan jî binpêkirinan hatine, çi cure dibe bila bibe, di ragihandin û îsbatkirina binpêkirinan de rastî zehmetiyan hatin. Ez difikirim ku jinên Sûdanî ji ber civaka xwe ditirsin ku bûyerên tecawiz û tundiya zayendî eşkere bikin. Ev rewş xebatên UNHCR'ê yên pêşkêşkirina xizmetê ya ji bo jinan asteng dike."

Rêziknameyên UNHCR’ê nayên pêkanîn

Ranîa Al-Ounî, pirsa me ya têkildarî rêxistinek ku xizmet dide penaberan heye yan nîne bersivand û wiha got: “Bijîşkên Sinornenas, Canadasa û San Andrew jî di nav de gelek rêxistinên navdewletî ku ji penaberan re xizmetên cuda pêşkeş dikin, ji bo misogerkirina xizmetên bingehîn kar dikin hene.”

 Ranîa Al-Ounî, tevî hevpeymanên navneteweyî jî sedema ku penaberên Sûdanê yên li Misrê rastî kampanyayên vegerê tên jî pênase kir, bal kişand ser tiştên li bajarê Nasrê qewimîn û got ku gelek penaberên Sûdanê ji ber axaftinên nefretê neçarî sirgûnî Sûdanê tên kirin. Ranîa Al-Ounî, diyar kir ku yek ji sedemên vê jî ew e ku gelê Sûdanê li gorî rêziknameyên UNHCR'ê tevnagere û wiha got: “Divê UNHCR, ji bo pêşigirtina dubarebûna bûyeran, prosedurên pergala qeydkirina penaberan hêsan bike. Her wiha ji bo pêşîgirtina qerebalixa li ber deriyên UNHCR'ê jî divê li ser telefonê xizmetê bide.”

Ranîa Al-Ounî, herî dawî fikarên xwe yên der barê zarokên ku piştî destpêkirina şerê li Sûdanê bi malbatên xwe re hatine Misrê, ji ber bihabûna xwendinê li dervayî pergala perwerdeyê dimînin de anî ziman.