Penaberên Mexmûrê li hemberî êrişan meşiya
Penaberên wargeha Mexmûrê li diji êrişa îro ya SÎHA ya dewleta Tirk ku li parqa giştî ya wargehê pêkhatî meşiyan.
Mexmûr - Piştî gefên serokomarê dewleta Tirkiye Erdogan li ser wargeha penaberan a Mexmurê îro bi SİHA ya êrîşî wargehê kirin. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk penaberên Mexmûrê li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan kombun û meşek girseyi heta ber asayîşa hêzên Îraqê meşiyan. Penaberan diruşmên weke “Bimre îxanet” û “Bê Serok jiyan nabe” qiriyan û li wê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan ve hat dayîn. Dayikên bejdarî meşê bun hêrsa xwe ya ji ber êrîşan dan diyarkirin û gotin ku dewleta Tirk nikare bi van êrişan wan çavtirsandî bike.
Bejdaravana meşê Sultan Yildiztan hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk wiha tîne zîman: “Îro nivro dewleta Tirk cardîn êrîşî me kir. Em van bombaranan şermezar dikin. Em bang li Netewên Yekbuyî dikin li erka xwe xwedî derkevin. Ev 9 wargehin ji ber dewleta Tirk me guhertî, her roj dewleta dagirker êrîşî me dike û hemû kes xwe jêre bêdeng dike. Hikumeta herêmê ev du sale amborgeyek girankirî daniye li ser wargeha me ser de jî êrîşên hewayî dikin. Yên ku iro gelê sivil zarok û jinan bombaran dikin em rureş û şermezar dikin. Ez bang li hemû cîhanê û hemû gelê Kurd dikim bila rabin ser piyan, bese ji dagirkeriyê re.”
“Bi salane dewleta Tirk êrîşî me dike”
Kerîman Kanat jî di derbarê êrîşên li ser Mexmurê de wiha got: “Dewleta Tirk bomba li cihê parqa zarokan ku rojane diçin dileyîzin barand. Em bang li Netewên Yekbûyî û hêzên Îraqê dikin ku werin lêkolin bikin û li erka xwe xwedî derbikevin. Ev bi salane dewleta Tirk êrîşî me dike, em van êrîşan şermezar dikin.”
“Em dest ji doza xwe bernadin”
Pîştî meşê Hevserokê Meclîsa Gel Mexmûrê Hecî Kaçan di derbarê êrîşa îro de daxuyanî da û got: “Ev 28 sale gelê Mexmurê ji ber êrîşên dagirkerên delweta Tirk 9 wargeh guhertiye heta hatine niştecihî Mexmurê bûne, li vê derê jî ev gelê ku ji ber zilma dewletaTirk penaber bûye jî bûye armanca êrîşên delweta Tirkan. Bila dewleta Tirk baş bizane heta ku em çok bi desthilata AKP/MHP’ê ne danin em dest ji doza xwe bernadin. Heta ku em negihin azadiyê emê bexwedana xwe berdewam bikin. Em cardin êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û em bang li Netewên Yakbûyî dikin li erka xwe xwedî derbikevin.”