Penaberen jin ên Sûdanî rastî cihêkariyê tên

Penaberên jin ên Sûdanî yên ji ber şer neçar man welat biterikînin di şert û mercên zehmet de dijîn. Jinên Sûdanî yên koçî Qahireyê bûne rastî cihêkariyê tên.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Pevçûnên li Sûdanê yê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15’ê Nîsanê ve destpêkiribû û hê didome, bandorê li hemu qadên jiyanê kiriye. Penaberên jin ên Sûdanî yên ji ber şer neçar ma welat biterikînin di şert û mercên zehmet de dijîn, behsa zehmetiyên ku dijîn kirin.

Jin ji ber nezanîna çarenûsa xwe ditirsin

Penabereke Sûdanî Wela Abdulmunîm ya li Misirê dijî, diyar kir ku pêwendiyên wê bi jinên li Sûdanê re hene, rewşa wan gelekî xirabe û nikarin têbigihîjin ku tiştên qewimîne rastiye an xewm e û wiha got: “Em bi wan re dijîn û gelekî bi bandor dibin ji ber ku welat malbat û hezkiriyên me li wir in.”

Wela Abdulmunîm destnîşan kir ku ew çûye pêşwaziya Sûdaniyên hatine Misirê bike û dîtiye ku rewşa wan a derûnî xirab e gelek êş û zehmetiyan dikşînin, nizanin çarenûsa wan dê çi be û wiha axivî: “Hejmareke jinên Sûdanî diqîrîn dibêjin em ne penaber in. Însiyatîfên Misirî yên sivîl gelek alîkarî pêşkêş kirin ew bi rêxistin kirin û pêdiviyên wan misoger dikin. Hinek jin jî êdî rewşa xwe dizanin. Gotina penaber bi giştî tê wateya windakirina welat, Sûdaniyên ku hatine Misirê jî ji vî yekê ditirsin.”

Wela Abdulmunîm diyar kir ku li Misirê jiyan ji bo jinên Sûdanî gelekî dijwar e û dest nîşan kir ku dema di Komîseriya Penaberan de tên tomarkirin divê bi xwe pêdiviyên xwe peyda bikin, ji ber ku heta bersiva komeseriyê ji wan re were ew jî bi salan didome.

Kêmbûna mûçeyan û cihêkarî

Wela Mustafa weke rêvebereke civakî li ser asta zexta li ser jinên Sûdanê diyar dike ku li gel pirsgirêkên aborî û cih pirsgirêka wan a niştecihbûnê derdikeve û pêşeroja zarokên wan qet nediyar e û da zanîn ku ji ber sedemên cihêkariya li dijî wan, bi zextên derûnî re kar bi mûçeyên kêm be jî dikin.

Wela Mustafa der barê rewşa xwe de wiha got: “5 sal li ser tomarkirina min a di komîseriyê de derbas bû, divê ji bo her 4 zarokên xwe bişînim dibistanê kar bikim. Rewş bi rastî zehmet bû heta dem derbas bû rewşa min diyar bû, piştî penaberiyê tu pêşketin çênebû tenê karta şîn a em digrin hat guhertin û êdî ez dikarim kar bikim.”

‘Jin rastî kiryarên destdirêjiyê tên

Derûnînans  Tahanî Al-Qasim ku penabereke Sûdanî ya li Misirê dijî jî dibêje ku rewşên dawiyên li Sûdanê qewimîne gelekî dijwar in lewre yekser ew çûne Aswan û wiha axivî: “Dema em çûn Aswanê me dît ku rewş bi rastî gelek xirab bû, piraniya wan di şokê de bûn nizanibûn dê çi bikin.  Gelek malbat di cihên wesayîdan de radizan nizanibûn dê bi ku derê de biçin, ên çûne jî zehmetiyên mezin dikşînin.”

Tahanî Al-Qasim der bare rewşa penaberan de wiha got: “Rewş li welatên ku mirov penaber dibe dijwar e û bi pirsgirêk e. Rêjeya hejariyê li Sûdanê bilind e û jinên penaber bi wan êşan bê hevjînên xwe ji wir hatin, piraniya malbatan jin xwedî dikin. Hinek jin nikarin zarokên xwe bînin. Pirsgirêka herî mezin a jinên Sûdanê ew e ku nikarin derfeteke kar bibînin lewma ji mûçeyên kêm heta binpêkirin û kiryarên destdirêjiyê rastî hemû cureyên zehmetiyan tên.”

Tahanî Al-Qasom diyar kir ku ew bi xwe êşên penaberên Sûdanê yan Sumaliyê û zextên wan ên derûnî dîtiye û da zanîn ku penaber di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Tahanî Al-Qasom dest nîşan kir ku li gel zêdebûna rêjeya tundiyê, ji ber rewşa mêran a xirab di têkiliyên hevjînî de gelek jin rastî destdirêjiyê an tundiyê tên.

Tahanî Al-Qasom diyar kir ku jinên Sûdanê yên diçin welatên din bê belge ne bi qaçaxî diçin û wiha got: “Keçek temenê wê kêmtirî 18 salî bû nikaribû pereyê rêçûna xwe bide. Neçar ma ji bo mesrefa xwe û belgeyên xwe peyda bike, di karê fihûşê de bixebite.  Ev rewşeke gelekî dijwar e. Keçek din a ciwan jî hebû ku xwediyê xaniyê wê ew hepsê hemamê kirî û derî li ser girtibû. Ev jî rêbazeke din e ku li dijî jinên Sûdanê bi kar tînin û dibêjin ku wan jinan dizî kirine. Navendên polîsan zextê li wan dikin tenê ji bo ku pereyê beramberî paqijkirina malan nedin wan.”

‘Divê astengiyên li pêşiya penaberan werin rakirin’

Tahanî Al-Qasim bal kişand astengiyên li pêşiya penaberan û wiha got: “Ji bo rewşeke baştir ji bo penaberan bê avakirin û encamên neyînî li ser wan kêm bibin 7-10 sal pêwîste. Ji bo ku rewşa wan baş bibe divê hin guhertin çêbibin ji ber ku di van deman de zext li ser jinan zêde dibin. Divê rewşa wan ji ber ku ew neçar in kar bikin û keda wan winda dikin zagonî bê diyarkirin. Komîseriya penaberan welatiyan naparêze, tenê li rewşên herî giran ku raya giştî radibe û destwerdanan piraniya rewşan nake. Her wiha zagonên ku rewşa penaberan birêxistin dikin jî nediyar in divê penaberan hişyar bikin.”