Penabera Îranî ber bi întîharê ve hat kişandin

Penabera Îranî Sanaz Celîlî ji ber ku serlêdana wê ya penaberiyê li Tirkiyeyê hat redkirin ber bi întîharê ve hat kişandin.

Navenda Nûçeyan- Îranî Sanaz Celîlî ku 7 sal berê hatibû Tirkiyê ji ber ku daxwaza wê ya penaberiyê hat redkirin ber bi întîharê ve hat kişandin.

Li gor zanyariyên rêxistina mafê mirovan Hengaw, 1’ê Gulanê, penabera Îranî ya 34 salî Sanaz Celîlî ku li Antalyayê dijî, dawî li jiyana xwe anî. Dayika Sanaz Celîlî diyar kir ku keça wê di demên dawî de ji ber nediyarbûn û îhtimala radestkirina Îranê rastî zext û tundiya derûnî dihat.