Pêlewanên jin dê ji bo şermezarkirina tacîzê madalyayên xwe bavêjin çem

Li Hindîstanê pêlewanên jin, bi armanca şermezarkirina êrîşa zayendî ya ji aliyê Serokê Federasyona Wrestling Brij Bhushan Sharan Singh li dijî werzişvanên jin kiribû dê madalyayên xwe bavêjin çem.

Navenda Nûçeyan- Pêlewanên jin ên bi daxwaza îstifa û girtina Serokê Federasyona Pêlewaniyê Brij Bhushan Sharan Singh ku erîşa zayendî li werzişvanên jin kir, li Delhiya Nû ya paytexta Hindistanê çalakî li dar xistin, duh bi derbkirinê hatin binçavkirin.

Der barê pêlawanên jin ên hatin berdan de doz hat vekirin

Der barê pêlewanên jin ên ku danê êvarê hatin berdan de, bi îdiaya "Serhildan, kombûna dijqanûnî û astengkirina peywira erkdarên dewletê” doz hat vekirin. Di nava werzişvanên ku doz li wan hat vekirin de Sakshi Malik û Bajrang Puna yên xwedî madalyayên olîmpiyatê û Vinesh Phogat a xwedî şampiyoniya cîhanê û dotmama wê Sangeeta û gelek kesên piştgirî dan jî cih digrin.

'Em ê bikevin greva birçîbûnê'

Li gorî nûçeya li BBC’ê cih digre pêlewanên ku di nav wan de Sakshee Malikkh, Bajrang Punia û Sangeeta Phogat jî cih digrin, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal Twîtterê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev madalya jiyan û ruhê me ne. Piştî ku em îro wan bavêjin çemê Ganjê dê ji bo jiyanê tu sedem nemîne. Em ê ji niha û pê ve heta mirinê li Gateyê bikevin greva birçîbûnê."

'Serokwezîr tu car bi pêlewanan re eleqeder nebû'

Di daxuyaniyê de bi gotinên “serokwezîrê ku ji me re digot ‘keçên me’ carek jî bi pêlewanan re eleqeder nebû” domiya de, wiha hat gotin: “Li şûna vê ‘zilmikar’ (Brij Bhushan Singh) vexwend vekirina avahiya nû ya parlamentoyê. Hem jî di nava cilên spî yên birqok, di bin de wêne kişand. Ev birqok ji bo me leke ye.”

10 pêlewanên jin eşkere kiribûn ku kiryar wan jî tacîz kiriye

Di meha Çileyê de ji bo lêpirsîn der barê Brij Bhushan Singh û rayedarên din de, dest pê bike çalakiyek ku di medyaya navneteweyî de bû rojev, hatibû lidarxistin. Pêlewana Şampiyona Cîhanê Vîneş Phogat, dema ku çalakiyên protestoyî berdewam dikir, diyar kiribû ku 10 pêlewanên jin jî ji aliyê kiryar ve rastî tacîzê hatine. Vinesh Phogat diyar kiribû ku heta kiryar ji wezîfeya xwe neyê girtin, ew ê beşdarî turnuvayên navneteweyî nebin. Pêlewanên jin, di 23’ê Gulanê de bi daxwaza îstîfa û girtina Serokê Federasyona Pêlewaniyê  Brij Bhushan Sharan Singh, bi çîrayên di destên de xwe li Delhiyê meşek li dar xistibûn.

Der barê kiryar de 2 doz hatin vekirin

Kiryarê ku parlamenterê Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya di îktîdarê de ye, îdia red kir û pêlewanan bi sûcdariya "bi matîvasyona siyasî” sûcdar kiribû. Polîsan heta niha der barê Brij Bhushan Singh de, yek jî di çarçoveya Qanûna Pocso ya Hindistanê (Parastina Zarokan a ji Sûcên Zayendî) ku girêdayî sûcên êrîşa zayendî ya li dijî zarokan e, du doz vekirin. Brij Bhushan Singh ê ku ji aliyê polîsan ve tê lêpirsînkirin, hê jî nehatiye girtin.