Pêla nû ya koçberiya li Taizê bi raporek hat belgekirin
Navenda Mafên Mirovan a Taizê di rapora xwe ya nû de ragihand ku pêleke mezin a koçberiyê li navçeya Mawza ya bajarê Taizê çêbûye, bi sedan malbatan piştî zêdebûna Hûsiyan, malên xwe terikandine.
Yemen – Navenda Taizê ya Mafên Mirovan duh di raporeke nû de pêla koçberiyê ya li navçeya Mawza ya bajarê Taizê eşkere kir. Di raporê de eşkere bû ku 331 malbat neçar mane ji malên xwe birevin û zêdetirî 100 malbatên din jî piştî zêdebûna Hûsiyan ji malên xwe derketine.
Li gorî raporê binpêkirin bi gulebaran, topavêj û mûşekan, dronên tijî teqemenî û mayînan, bi riya hedefgirtina gelek tesîsên sivîl, xwedî karekterekî êrîşkar ê rasterast bûne. Di raporê de hat destnîşankirin ku êrîşên dijwar ên li ser bendera Mochayê bûne sedema mirina heft karmendan, wêrankirina tesîsên sereke û rawestandina çalakiyên bazirganî û bûye sedema windakirina debara 1000 karkeran.
Deverên ku hatine hedefgirtin
Armanckirina bendera El-Ardî li Bab el-Mandebê ji aliyê Hûsiyan ve û topbarankirina keştiya bazirganî "Amîr Xan" bi şeş mûşekan, ziyaneke mezin a madî çêkir û bender neçar kir ku operasyonên xwe rawestîne. Li deverên niştecih û gundewarî, bombebarankirina gundên li navçeyên Meqbana, Mewza, Eş-Şeqab, Mocha û bajarê Taizê hatin belgekirin. Wekî din, mûşekên balîstîk li nêzî dibistanek û deverên niştecih ketin û Mizgefta El-Jîl El-Cedîd û dibistan, digel bombebarankirina kampên koçberan li Mewzayê hatin hedefgirtin.
Jiyana sivîlan di xeterê de ye
Li gorî raporê, ev bûyer şêweya berdewam a binpêkirinên ku ji aliyê Hûsiyan ve, bi taybetî li dijî sivîlan, tên kirin nîşan didin. Rapor hişyarî dide ku jiyana sivîlan di xeterê de ye, bi taybetî ji ber hedefgirtina deverên niştecih, binesaziya sivîl û bikaranîna çekên ku bandora wan zêde ye.
Binpêkirinan rawestînin
Di daxuyaniya xwe de navenda mafên mirovan ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan xwest binpêkirinên ji aliyê Hûsiyan ve li dijî sivîlan li Taizê tên kirin şermezar bikin. Her wiha hat gotin divê ji berpirsiyaran hesab bixwazin, ji bo sivîlan mercên parastinê peyda bikin, pêşî li hedefgirtina binesaziya sivîl û tesîsan bigrin û tazminat ji bo zirarên çêbûne werin dayîn .