Pêkhateyên li Rojava: Projeya Netewa Demokratîk bersiva planên parçekirinê ye

Bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Partiya Çepa Kurd li Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Sûriyeya Demokratîk panel li dar xist. Jinên ji pêkhateyên cûda ku beşdarî panelê bûn piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê re nîşan dan.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi dirûşma “Na ji tevliheviyê re, erê ji xurtkirina yekitiya pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê  re” Partiya Çepa Kurd li Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Sûriyeya Demokratîk li xwaringeha Marbêla ya Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist. Di panelê de nêzî 100 delege ji saziyên civaka sivîl, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen tê de amade bûn.

Mijara yekemîn li ser krîza niha û nêrîna Partiya Çepa Kurd li Sûriyeyê bû. Têkildarî mijarê sekreterê giştî yê partiyê Mihemed Mûsa behsa rewşa niha, destwerdanên aliyên derve li kar û barên hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldana kişandina herêmê ber bi şerekî mezhebî ve kir.

Di mijara duyemîn de endamê Desteya Rêveber a MSD′ê Sabit El Cehwer axivî û bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser, MSD û QSD′ê di îstîqrara herêmê û pêkanîna yekitiya pêhateyan .

Jinên ji pêkhateyên cûda yên beşdarî panelê bûn teqez kirin ku projeya Netewa Demokratîk planên tevliheviyê têk dibe û yekitî û wekheviyê esas digre.

‘Rejîma Sûriyeyê dixwaze dîroka 2004’an dubare bike’

Endama Meclisa Partiya Çep a Sûriyeyê Heyat Ehmed teqez kir ku tevliheviya di navbera pêkhateyên herêmê derket destên rejîmê tê de heye û wiha anî ziman: “Eger em hinek li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku ji sala 2004'an û pê ve li Qamişlo, bajarê herî mezin ê Kurdên rojava, gelek serhildan pêk hatin. Di sala 2004'an de li Qamişloyê serhildanên ewil ên li dijî rejîma Esad dest pê kirin. Di çarçoveya maçeke futbolê de alaya Kurdan hat hildan û komên Ereb û polîsan êrîşî komên Kurd kirin. Bi vê yekê stadyûm bû meydana şer. Di encama êrîşên hov de bi qasî 100 kes ku piraniya wan Kurd bûn jiyana xwe ji dest dan. Ji wê demê ve xwestin gel xwe bi xwe tune bikin lê armanca wan pêk nehat.”

‘Şoreşa Rojava planên tevlihevî û perçekirinê têk bir’

Heyat Ehmed di dewama axaftina xwe de bal kişand ku bi pêşketina Şoreşa Jin a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re planên parçekirinê yê li heremê bi projeya Netewa Demokratîk hatiye têkbirin û wiha got: “Piştî Şoreşa Rojava pêkhateyên herêmê bûn yek û li dijî sîstema tevlihevî û nijadperestiyê bi hev re kar û xebat dan meşandin. Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen xwe bi rêxistin kirin hêza QSD’ê hat avakirin da ku bi hev re xaka xwe ji êrîşan biparêzin. Ev yek jî li ber çavan e xwîna Kurd, Ereb û Suryanan ji bo parastina rûmeta xwe tevlihev bû, ev nîşaneya yekitiyê ye. Piştî şoreşê yekitiya di navbera pêkhateyên herêmê de xurtir bû, bi wê yekitiyê deskeftiyên pîroz hatin bidestxistin.”

‘Rejîm bi derxistina tevliheviyan dixwaze serhildanên li Suweydayê ji rojevê derxe’

Heyat Ehmed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevliheviya rejîma Sûriyeyê li Dêrzorê da pêş di navbera Kurd û Ereban de bi armanca ku serhildanên li dijî sîstema rejîmê li aliyê Suweydayê derket, veşêre û çav û bala cîhanê bîne ser tevliheviyan. Heyat Ehmed got: “Li Suweydayê bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza têkçûna sîstema rejîmê kirin. Ji bo wê rejîma Sûriyeyê xwest tevliheviyek di navbera Kurd û Ereban de derxe da ku rastiya li Suweydayê veşêre. Bêguman ev fitne aramiya herêmê dike hedef ji ber ku QSD’ê ew herêm bi xwîna şervanên xwe parastiye û jiyana aram ava kiriye. ”

‘Projeya Netewa Demokratîk hedef tê girtin’

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê û yek ji pêkhateyên Ereb Lorîn Mihemed destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê destek in û bi rihê yekitî û wekheviyan gelan wê fitneyêntêk bibin û wiha anî ziman: “Sîstema rejîmê xwe li ser fitne û perçekirinê ava kiriye. Projeya Netewa Demokratîk a ku her pêkhateyê di nava xwe de hembêz û bi rêxistin kiriye bersivek ji plan û siyasetyên desthilatdariyê re ye lewma îro dixwazin vê projeyê bi riya tevliheviyên di navbera Kurd û Ereban de têk bibin.”

‘Dijmin yekitiya me ji bo xwe xeter dibîne’

Endama Rêveberiya Komîteya Jin a  Meclisa Civaka Ermen Losnak Kavoriyan da zanîn ku hemû pêkhateyên herêmê piştgirî didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û wiha anî ziman: “Tevliheviya ku derket pêş xuyaye ji destên rejîmê ye. Rejîma Sûriyeyê dixwaze hêza QSD’ê ya ku hemû zarokên pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tê de cih digrin têk bibe. Armanca QSD’ê aramiya herêmê ye. Rejîma Sûriyeyê jî wekî dewleta Tirk a dagirker hewl dide aramiya herêmê têk bibe.”

Banga yekîtiyê

Losnak Kavoriyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hemû QSD ne, QSD mafê me, hebûna me, welatê me diparêze. Em wekî pêkhateyên herêmê piştgirî didin hêza xwe. Em bang li tevahî pêkhateyan dikin ku asta zanebûna xwe berfireh bikin û bizanibin çi plan li dijî me tên meşandin. Pêwîst e em yekitiya xwe xurtir bikin ji ber ku yekitiya me xeteriyek li ser dijminê me ye.”