Pêkhateyên Hesekê li dijî tecrîdê meşiyan

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gelê bajarê Hesekê bi hemu pêkhateyên xwe meşek girseyî li dar xist. Di meşê de peyamên xurtkirina têkoşînê hat dayîn.

Hesekê – Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, pêkhateyên bajarê Hesekê bi hemû netewyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan û meşek li dar xistin.

Meşvan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, PYD’ê û pankartên bi nivîsa “Em ê bi berxwedanî û tekoşînê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin” hilgirtin. Saziyên civaka sivîl , kongra Star, Meclisa Civaka Ermen, Yekîtiya Jınên Ermen beşdarî meşê bûn. Meş li ber Gulîstana Rêber Ocalan a taxa Nasra dest pê kir û li ber Navenda Şaredariyan a taxa Kelasê bi daxuyaniyek bi dawî bû.

‘Heya tecrîd neşkê wê têkoşîn bidome’

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ebid Xenî Oso axivî û got: “Rêber Apo ji bo tevahî gelên herêmê lêveger û xelasiya ji jiyana bindestiyê ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hemû pêkhate xwe di bin sîwana Netewa Demokratîk de xwe birêxistin dikin û xwe diparêzin. Li ser vê pergalê jî êrîş û gef hene pê ve girêdayî tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Armanca tecrîdê têkbirina Netewa Demokratîk e. Peyama me jî li hemberî vê armancê ew e ku heya em tecrîd neşkînin û Rêber Ocalan bi awayekê fîzîkî azad nebe em ranawestin, em ê her kêlî di nava berxwedaniyê de bin. Erk û berpirsiyariya her welatparêzekî ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têbikoşe.”

Meş bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.