Pêdiviya zarokên Yemenê bi alîkariyê heye

Pêdiviya zarokên Yemenê yên şerê navxweyî bandorek mezin li wan kirî bi alîkariyê heye.

 
Navenda Nûçeyan – Du salên despêkê ji bo baş mezinbûna zarokan giringe, ji bo wê jî pêdivî bi xwarin û vexwarinên baş heye. Li gelek welatên Rojhilata Navîn ev nayê dîtin û zarok ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji destdidin. Yek ji welatên zarok di nava şer de birçî tên hiştin jî Yemene.
Ji şerê navbera koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî û Hûsiyên Şîa yên bi piştgiriya Îranê di sala 2014’an de li Yemenê dest pêkirî heya niha zarokan ziyanên mezin dîtine. Li gel birçîbûnê bêperwerde jî mane, dibistanên wan hemû hatine hilweşandin. Piraniya wan li kampan di şertên zor de dijîn û pêdiviya wan bi alîkariyê heye.
Di serî de UNÎCEF gelek rêxistinên parastina mafê zarokan heya niha daxuyaniyên girêdayî rewşa zarokên Yemenê dane, lê guhertin çênebûye û hîna jî ew zarok li benda alîkariyê ne.