‘Pêdivî bi avakirina rêxistineke jinên ciwan a Rojhilata Navîn heye’

Rêveberiya Ofîsa Jinên Ciwan di Meclisa Ciwanên MSD Nadiya Yûsif da zanîn ku ew niha di nav hewldana pêkanîna xebateke ku giştî tevger û rêxistinên jinên ciwan di Rojhilata Navîn de werin cem hev in de ne.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê –  Qeyrana ku îro li Rojhilata Navîn û cîhanê rûda ye û her diçe gurtir dibe, di nav qeyrana ku gelek pirsgirêk kûr kirine û bûne krîz, li asoyên wê nexşereyeke zelal xuya nake. Di vir de rola tevger û rêxistinên jinên ciwan yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku ezmûna xwe bikin malê hemû jinên ciwan û bikaribin bibin mifteya çareseriya pirsgirêkên ku bûne girêk û çi armanc dikin, gelek girîng e ku qala wê were kirin.

Li ser vê mijarê Rêveberiya Ofîsa Jinên Ciwan di Meclisa Ciwanên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nadiya Yûsif axivî.

'Di dîtina çareseriyan de şêlîbûn heye'

Nadiya Yûsif bal kişand şer û krîzên li ser erdîngariya Rojhilata Navîn çêdibe û got: "Krîz tê jiyîn, hêzên hegemon û netew-dewlet serkêşiya wê dikin û ne diyar e ku ev rewş dê ber bi ku ve biçe û gelo dê çareseriyeke çawa ji netewan re dabîn bike û dê bibe hêza çareseriyê an jî hêza hilweşînê. Di nav şer û krîzeke wiha xeternak de, çi jiyan li jinan tê ferzkirin ev gelek girîng e ku li ser fikrandinek çêbibe. Destwerdana hêzên rojavayî ji Rojhilata Navîn re hişt ku krîz û qeyran hîn kûrtir bibe."

Nadiya Yûsif pirsgirêkên ku jin di encama şer û krîza ku Rojhilata Navîn û cîhanê di nav de dikelin de pêre rûbirû tê wiha bibîr xist: "Yek ji polîtîkayên herî ku dewlet pê şerê li ser vê erdîngariyê dide meşandin û pê hestên baviksalar û mêr-salarî xwedî dike, ew e îslama siyasî. Ku bi qetilkirin û meşandina rê û rêbazên herî tund li ser jinan encam digre. Heman demê de zayendpresertiya civakî li Rojhilata Navîn rehên xwe kûr berdane, ev hiştiye ku bandor li îrade û hêza jinan a di her qadê de jî bike û di kesayeta jin de gavên paşdemayî werin dîtin. Pirsgirêka sêyemîn jî nijadperestiya ku dewletên navendî avakirine û ferq û cûdahî xistina nava civak û netewan de. Ev yek dikeve xizmeta hêzên netewperest û civakbûyîna netewan jî dikuje."

‘Netewa demokratîk hêza çareseriya hemû krîzan e’

Nadiya Yûsif balkişand ser hêza çareseriya krîz û qeyranan û wiha got: "Projeya Netewa Demokratîk hêza çareseriya hemû krîzan e ku îro cîhan tev de jana wê dikşîne. Herwiha Netewa Demokratîk ji krîzên ku jin kirine navenda hemû êrîşan, dê çareseriyê bîne û rêya lêgerîna li aşîtiyê jî vebike. Ji lewra balkişandina ser stratejiyên hevbeş yên jinan di vê demê de gelek girîng e. Ji ber îro jin bi qetilkirineke zindî zindî re jî rûbirû dimînin, Efganîstan mînaka herî ber bi çav e, deng, rû, por û hebûna jin dîsa qedexe dikin, ev bi xwe qetilkirineke zindî zindî ye û di rihê jin û hestên wê de gelek êrîşan pêk tîne."

Şoreşekî gerdûnî ji şoreşên sedsala 21’an  

Nadiya Yûsif got ku di parçeyê di erdîngariya xwe biçûk de şoreşeke gerdûnî pêşket û wiha dirêjî da gotina xwe: "Êrîşên ku di çend salên dawî de li ser jinan bi awayekî sîstematîk çêdibin, di wextekî de ku Şoreşa Jin gerdûnî dibe tesaduf nabînin. Ji bo ku ezmûnên şoreşa jin ji sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dernekevin, dijmin her tiştî dike. Ji lewra dibe Rojavayê Kurdistanê an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê erdîngarî de parçeyekî biçûk be lê destkeftiyên heyî dikare ji hemû krîzan re bibe hêza çareseriyê û modelek nûjen a şoreşan. Ji lewra şoreşa me dikare ji doza gelê Filestînê re jî çareseriyan deyîne ser maseyê. Ji ber di şoreşa xwe de em banga wekhevî, aştî, edalet û azadiya jin dikin, ji lewra ya ku rastî jî cîhan pêwîstiya wê pê heye ev in û taybet li deverên ku qeyran û krîz lê kûr dibin."

Stratejiya avakirina rêxistineke xweser ya jinên ciwan

Nadiya Yûsif ronahî avêt ser hewldanê jinên ciwan di avakirina konfederalîzmeke demokratîk û wiha pêl da gotina xwe: "Konferansê ciwanên Rojhilata Navîn û cîhanê di dema dawî de li Lubnanê hat lidarxistin. Yek ji armancên wê ew bû ku konfederalîzma demokratîk a ciwanên Rojhilata Navîn û cîhanê çêbikin. Rastî jî da ku em bibin hêza çareseriya krîzan, gelek nîqaşên dewlemend çêbûn. Ji lewra di vir de tevgerên jinên ciwan pêwindî û têklî bi gelek rêxistinên jinên ciwan yên li ser asta Rojhilata Navîn re, avakirin.

Ji lewra stratejîyek me ya gelek girîng heye ku em bikaribin li ser asta cîhanê û Rojhilata Navîn rêxistinekî jinên ciwan xweser bidin avakirin û ezmûnên xwe bihevre parve bikin, çawa bikaribin li hember sîstema ku hêza wan pûç dike serîhilbidin, banga guhertina çi bikin û bêtir di kîjan alî de bikaribin di guhertin û veguhertinan de rol bilîzin. Ji lewra îro jinên ciwan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi vê rolê radibin, pêwîstiyeke ku ev ezmûn were parvekirin û bibe malê giştî jinan heye. Ji lewra niha çalakiyên me yê hevbeş li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê jî hene, dibe ku em fêzîkî nikaribin werin cem hev lê li ser medyaya civakî û bernameyên cûda cûda em civînên xwe lidar dixin, plan û pilansaziyên demkin û demdirêj, pirsgirêk û awayên çareseriyên wê nîqaş dikin. Lê niha em hewldanê xebateke ku giştî rêxistinên jinên ciwan di Rojhilata Navîn de werin cem hev, pirsgirêk û qeyrana heyî nîqaş bikin û rê û rêbazên çareseriyê peyda bikin, dikin ku pêşbixin."

'Têkiliyên bi jinên ciwan re stratejîk in, ne tektîkî ne'

Nadiya Yûsif tekezî li ser têkilî û pêwindiyên bi jinên ciwan re wekî têkiliyên stratejîk bi nav kir û wiha pêde çû: "Partiyên demokratîk, çepgir, sosyalîst û giştî tevger û rêxistinên jinên ciwan û ciwanên baweriya wan bi demokrasiyê û hêviya guhertin û veguhertinê heye re, xebatên demdirêj û stratejîk tên avakirin, tektîkî tu car pêşnakeve. Ji ber ciwan herî zêde di wekhevî û serxwebûnê de xwedî bîr û bawerî ne, lê ji ber ku ew jî bi sîstema heyî ku gerdonê birêve dibe ne razî ne ji ber nabe hêza çareseriyê, ji loma her ciwan ji mijarên rêvebirinê tên dûrxistin û rola pêşengtiyê ji wan tê standin."

'Em bihevre di kesayeta her ciwanekê de şoreşekê bidin destpêkirin'

Nadiya Yûsif di dawiya axaftina xwe de ev bangewazî kir: "Armanca me ew e ku em bikaribin di kesayeta her ciwanekê/î de şoreşekê bidin destpêkirin û hestên ciwanan careke din zindî bikin. Di her têkilî û pêwindiyekê bi tevgerên ciwanan re, em hewl didin ku em bihevre ji bo avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Ciwanan li ser asta Rojhilata Navîn xebatek demdirêj bidin meşandin. Ji lewra pêwîstiya vê xebatê bi girseyeke mezin a jinên ciwan heye, ku em bikaribin xweserbûna xwe di nav şer û qeyranan de misoger bikin. Em ji her ciwanekê/î ku li dijî sîstema heyî dê serîhilbidin re, piştgirin. Bangewaziya me jî ew e ku divê ciwan li hember sîstema heyî serî netewînin, bi metirsî nêz nebin bi hêza xwe bawer bin û bikevin nava deryaya şoreşê de, da ku bikaribin temsîla nasnameya xwe di vê cîhanê de bikin."