"PDK û hikûmeta Iraqê berpirsyarên êrîşên ser Şengalê ne"

Jinên ji Kobanê êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê şermezar kirin, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê di ber êrîşê de sûcdar kirin. Jinan wiha gotin: "Dost û hevalên gelê Kurd tune ne. Divê li hemberî van êrîş û komployan em li ber xwe bidin û yekitiya xwe ava bikin."

Kobanê- Dewleta tirk di 16`ê vê mehê de sûka ku di 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû rûxandin, hedef girt. Di encama bombebarana li sûka kevin de şehîd û birîndar çêbûn. Ev êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê ne ya yekemîn û ne jî ya duyemîn e. Dewleta tirk hewl dide gelê Şengalê di fermana 75`an re derbas bike.
Jinên ji kantona Kobanê sersaxî ji gelê Şengalê re xwestin û helwesta xwe ji ajansa me re parve kirin. 
"Dewleta tirk Kurdan qetil dike û cîhan jî lê tameşe dike"
Jina bi navê Hedle Nebo ya 65 salî got ku dewleta tirk bi alîkariya hêzên navneteweyî êrîşî gelê Kurd dike û wiha got: "Îro cîhan tevahî li hovîtî û terora dewleta tirk tameşe dikin ka çawa me qetil dike, ma qey em Kurd ne mirov in. Lê sûcê me ye ku em gelê Kurd nabin yek, heger em nebin yek wê dewleta tirk me qetil bike yek bi yek. Divê em piştgiriya hev bikin da ku neyên qirkirin, pêwîst e em ji 7 salî heta 70 salî destên xwe bidin hev. Dewleta tirk li gorî serdema Osmaniyan diçe lê ev dem ne weke berê ye. Ji ber vê bila nefikire ku ew dikare bi van êrîşan me bitirsîne. Lê em nizanin ewqas sazî û rêxistinên navneteweyî û mirovî çi karî dikin, li ber çavên wan dewleta tirk Serêkanî, Girê Spî û Efrînê dagir kirin her wiha rojane êrîşî herêmên din jî dike ku me dît çawa Şengal bombebaran kir. Gelê me bi saxî qetil dikin û komkujiyan çêdikin, ji ber ku tu hêz dengê xwe ji kiryarên dewleta tirk re nake, Erdogan ewqas êrîşan pêk tîne. Ew bi hev re li ser gelê Kurd komployê çêdikin." 
"Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê rê dan dewleta tirk"
Hedleyê bal kişand ser bêgengiya hikûmetên li Başûrê Kurdistanê û Iraqî û got: "Di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kirin. Di wê demê de tu helwest nîşan nedan, ji ber vê di roja îro de Şengal dubare rastî êrîş û komkujiyan tê. Bi taybetî jî hikumeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê berpirsyarên Şengalê ne. Lê heger van herdu hêzan deriyê xwe ji dewleta tirk re venekin, dewleta tirk nikare bihustek axa Başûrê Kurdistanê û Iraqî jî bombebaran bike. Îro Şengal rû bi rûyê fermaneke nû ye, dewletên serdest li ser gelê Kurd bûne yek û dixwazin Kurdên resen qir bikin. DAIŞ nikaribû me Kurdan qir bike, niha xwedîkerên DAIŞ`ê daketine qadê û dixwazin me tune bikin."
"Dewleta tirk dixwaze fermana 75`an pêk bîne"
Jina bi navê Fewza Ebdî ya 40 salî nêrîna xwe anî ziman û got: "Ez dayika cangoriyekî me û lawê min li Şengalê şehîd ket, ji ber vê ez bi tu şêwazî êrîşên li ser Şengalê qebûl nakim. DAIŞ û dewleta tirk yeknin, ji ber vê dewleta tirk dixwaze fermana 75`an pêk bîne. Her wiha berjewendiyên tevahî dewletên navneteweyî di kiryarên dewleta tirk de hene, ji ber vê em dibînin bêdengiyeke mezin ji bo êrîşên dewleta tirk heye. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî di dema fermana 2014`an de reviya û alîkariya gelê Şengalê nekir. Lê em dibînin ku vê carê jî ew hevkariyê bi dewleta tirk re dike."
"Dost û hevalên me tune ne, em tenê dikarin yekitiya xwe ava bikin"
Fewzayê li hember êrîşên dewleta tirk banga yekitiya Kurdan kir û got: "Her ku me serê xwe hildida dewletan komployek çêdikir û serê me ditewandin. Lê êdî bes e û wê kes nikare serê me bitewîne. Me bi hezaran cangorî dan heta ku em gihîştin vê astê û ji bo parastina van nirx û destkeftiyan em amade ne bi hezarên din jî bidin. DAIŞ û dewleta tirk bi bihaneye ku gelê Şengalê Êzidî ne û (kafir in) êrîş dikin, ma qey gelê Kobanê jî Êzidî bûn. Ma ne em jî rojiyê digrin, nimêj dikin û pirtûka pîroz dixwînin. Dost û hevalên gelê Kurd tune ne, wijdanê dewleta tirk û rêxistinên navneteweyî jî tune ye ji lewre em tenê dikarin li ber xwe bidin û yekitiya xwe ava bikin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji gelê me yê Şengalê re dixwazin û em ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê re dibêjin şerm e ji bêdengiya we re."