“PDK li Şengalê ser neket, bi diziyê dengên xwe zêde kir”
Endama TAJÊ Meyan Nasir diyar kir ku hilbijartin ne edeletî bû, PDK li Şengalê bi ser neketiye û ew ê tu car wan qebûl nekin.
Şengal- 10’ê Cotemhê li seranserê Îraqê hilbijartinên pêşwext yên perlamana Îraqê destpêkiribû, bi giştî rêjeya çûyîna ser sindoqan ji sedan 41 derbas nekiriye. Piştî hilbijartinê gelek aliyên siyasî nerazîbûn li beramerî encamên hilbijartinan dan diyarkirin û heya niha jî nêzî 356 nerazîbûn li ser encama hilbijartinê pêşketin. Di derbarê encamên hilbijartinê de Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Meyan Nasir bi bîr xist ku hilibjartina îsal hilbijartinek ne demokratîk bû û divê tu kes vê qebûl neke.
Meyan Nasir qala lîstokên li ser sindoqên Şengalê kir û got: “Di roja hilbijartinê de em ru bi ruyê gelek astengiyan hatin, yek ji wan jî xirabûna cîhazên dengdanê bû. Em gelek kes çûn ser sindokan lê belê digotin ku cîhaz kar nakin, me paşde vegerandin. Eve lîstokek fermanakî dine li ser me civkaa Êzidî. Naxwezin em bi namzetek bi vîna xwe hilbijartî di perlamanê de cihê xwe bigirin. Dewleta Îraqê jî dengê me dizîne. Heya niha dewleta Îraqê tu tiştekî ji me re nekiriye. Ma em ne hemwelatiyên Îraqê ne? çima dewleta Îraqê dixweze çavên xwe li hember vê rastiyê bigire? Em ji baweriyekî cudane ji bona vê her kes dixweze me tune bike. Rêza me ji hemû baweriyên din re heye. Lazime her kes jî li hember baweriya me rêz bigrin.”
“Ji penaberên kampên Başurê Kurdistanê bi darê zorê deng girtine”
Meyan Nasir da zanîn ku PDK bi dizîna dengan xwe biserxistiye, ne ji wê be li Şengalê tu deng negirtine ji bo wê em tu carî vegera PDK’ê li Şengalê qebûl nakin û wiha dom kir: “Em baş dizanin ku PDK dengê Êzidyan yên li qampên Başurê Kurdistanê dimînin bi darê zorê bi dest xistiye. Viyan Dexîl û Mehemed Xelîl li Şengalê biser neketin, ji Şengalê deng ji bo wan nehate dayîn. Hemû ji qampên Başur bi darê zorê deng giritine. Heta dinya xirabe em tu car 3’ê Tabaxê jibîr nakin û rê nadin kesên ku me firotin carekî din bên ser axa me. Ez yek ji dayikên şehîdên ku bi destê çekdarên Berzanî hatî şehîd kirinim. Ezê çawa bihêlim ku bên Şengalê? Ezê çawa xwîna kurê xwe ji bîr bikim? Ew bi kîjan ruyî dixwazin bên vir. Kesên ku dema êrîşa DAÎŞ’ê guleyek neteqandin rê dan em bên kuştin û jinên me bên revandin, wê çawa li Şengalê bi ser bikevin?”
“Em rê nadin kesên em firotine li Şengalê vegerin”
Meyan diyar kir ku yên dixwazin Êzidyatiya xwe bifroşin wê rê bidin PDK vegere, lê yê ku dixweze bi şeref û namûsa xwe jiyan bike tu caran PDK’ê qebûl neke û got: “PDK dibêje wan li Şengalê şehîd dane, raste şehîd dan lê çawa şehîd dane? Hemû li Nehîbê bi diziyê şehîd bûn. Hatin diziya malên Şengaliyan kirin û bi mayînan şehîd bûn. Li aliyekê şervanên Rêber Apo li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer dikirin di aliyê din de çekdarên PDK’ê hatibûn diziya mal û milkê me. Em wan weke şehîdên Şengalê hesab nakin. Kîbe di nav wan de ez şehîd qebûl nakim. Yên ku me rizgarkirin şervanên PKK, YPG û YPJ’ê bûn. Ev yên ku hatin hewara me. Evana şehîdên mene û taca serê me ne, namûs û şerefa me parastin. Bila Êzidî baş bizanin ger dixwezin dînê xwe bifroşin wê demê wê rê bidin PDK derbasî Şengalê bibe. Lê yê ku dixweze şeref û namûsa xwe biparêze wê tu car rê nadin kesên xayîn. Ez yek ji wan kesame ku min kartê xwe yê hilbijartinê çêkir, lê belê ew qert negiha destê min, ew qert man Başur, PDK’ê rê nedan qertên me bên destê me. Ji ber ku dizanin emê dengê xwe bidin PADÊ. Ev hilbijartin hemû bi dizîna dengên me, PDK xwe serkeftî nîşan dide. PDK tu car bi serneket û nabe jî. Em tu car wan qebûl nakin û rê nadin wan. Bila baş bizanibin em êdî serê xwe ji wan re na tewînin.”