"PDK heman kiryarên dewleta tirk li hember jinan pêk tîne"
Jinên siyasetmedar ên di partiyên kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de binçavkirina endamên RJAK`ê ji aliyê PDK`ê ve şermezar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin ku PDK dixwaze rêxistinên jinan bê hêz û vîn bike ku bi vê siyasetê heman kiryarên dewleta tirk pêk tîne û rê dide qirkirina gelê Kurd."
Jinên siyasetmedar ên di partiyên kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de binçavkirina endamên RJAK`ê ji aliyê PDK`ê ve şermezar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin ku PDK dixwaze rêxistinên jinan bê hêz û vîn bike ku bi vê siyasetê heman kiryarên dewleta tirk pêk tîne û rê dide qirkirina gelê Kurd."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya salvegera 7’emîn a fermana 3`ê Tebaxa 2014`an a li dijî civaka Êzidî, serdana Şengalê kirin. Şande ji endamên meclisa RJAK`ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebd El-Baqî, endama RJAK`ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat. Dema ku şande ji Şengalê vedigeriyan di ketina bajarê Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK`ê ve hatin binçavkirin. Ev 23`ê roj in çarenûsa endamên RJAK`ê nayê zanîn. Xewle Mihemed Hesen û Ciwana Ebd El-Baqî ji ber ku nexweşiyên wan hene, rewşa wan a tendurstiyê jî xirab dibe. RJAK`ê raghandibû ku heta niha jî agahî ji endamên wan nehatiye girtin û mafê wan ê hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin.
Di vê çarçoveyê de siysetmedarên jin ên ji Kobanê helwesta xwe li hember nêzikatiyên PDK`ê anîn ziman.
"PDK li pey siyaseta dewleta tirk diçe"
Rêveberiya buroya rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nesrîn Yusif bal kişand ser kiryarên PDK`ê ku weke yên dewleta Tirk û got: "Em siyaset û kiryarên PDK`ê yên li hemberî endamên RJAK`ê şermezar dikin. Xebatkarên RJAK`ê dema ku ji kar û xebatên xwe vedigeriyan asayîşa PDK`ê bê biryara girtinê ew binçav kirin. Dema ku em van nêzkatiyan dibînin, heman kiryarên ku dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tîne tên bîra me. Mirov dikare zelaltir bike ku hebûna dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê bandora xwe li ser tevahî Başûrê Kurdistanê kiriye. Başûrê Kurdistanê perçeyekî serbixwe ye lê mixabin PDK rê dide dewleta tirk ku hebûna wan tune bike."
"Ew dixwazin rêxistinên jinan bê hêz bikin"
Endama komîteya navnendî ya Partiya Çep Gulê Hesen binçavkirina endamên RJAK`ê weke hedefgirtina rêxistinên jinan bi lêv kir û got: "Ev zêdetirî 20 rojan e ku Asayîşa PDK`ê endamên RJAK`ê girtine. Asayîşê ew bê biryara girtinê binçav kirin her wiha hevdîtinên bi parêzeran re jî asteng dikin û doza ku ew jinên pêşeng pê hatine girtin nayê zelalkirin. Ji ber vê em bang li PDK`ê dikin ku armanca binçavkirina xebatkarên RJAK`ê were zelalkirin. Heger PDK difikire ku ew ê bi van kiryaran rêxistinên jinan bê biryardarî û vîn bihêle, şaş difikire. Li ser vê şopê û têkoşînê bi hezaran jin dimeşin."
"Divê em dijmin ji nava xwe derxin"
Gulê Hesen bal kişand ser yekrêziya Kurdan û got: "Dewleta tirk û hevkarên wê bi hemû rêbazan êrîşî hebûna gelê Kurd dikin. Ev demeke dirêj e jî mixabin dewleta tirk xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û di bin sîwana PDK`ê de hemû kiryarên xwe pêk tîne. Her wiha ev du sal in mijara yekrêziya Kurdan li ser maseyê tê nirxandin. Di pêvajoyeke ewqas nazik û girîng de em dibînin ku PDK alîkariyê bi dijmin re dike. Divê ku êdî em dijmin ji nava xwe derxin û li xwe vegerin, pêwîst e em bi siyaseta dijmin neyên xepandin û li djiî hev şer nekin."