‘Paşxistina hilbijartinê bandorê li jiyana xelkê dike’

Endama Odeya hilbijartinê ya Tevgera Goran Zekiye Seîd bal kişand ku paşxistina hilbijartinên li Herema Federe ya Kurdistanê bandorek neyînî li jiyana xelkê dike.

NÎHAYET EHMED

Silêmanî - Di 30 salên temenê parlementoya herêma Kurdistanê de pênc dem derbas bû, lê belê hemû hilbijartinên hikumeta herêmê û parlementoyê bê dirêjkirina dem derbas nebû. Hilbijartinên dema şeşem ya herêma Kurdistanê hertim ji ber nakokiyên di navabera partiyên siyasî de tên paşxistin. Ev dû sal zêdetir e ji ber sedemên cûda yên partiyên siyasî hilbijartin tên paşxistin.

‘Ji bo paşxsitina hilbijartinê hertim hincetek derdixin’

Endama Odeya hilbijartinê ya Tevgera Goran Zekiye Seîd derbarê pêşxistina hilbijartinê di nava van dû salên dawî de wiha got: “Paşketina parlementoya Kurdistan bandorê li ser jiyana xelkê û îdareya hikumetê dike. Di paşketina hilbijartinê de pêvajoya demokrasî û hikumî dikeve jêr pirsiyarê. Nabe demek dirêj hilbijartin were paşxistin. Sedemê sereke yê paşxistina hilbijartina parlementoyê, nakokiyên di navbera partiyên siyasî de ne. Her car partiyek siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî û ji bo hê zêdetir di hikumetê de bimîne baykota hilbijartinê dike. Her car ji bo hilbijartin were paşxistin hincetekê derdixin.”

Zekiye Seîd wiha domand: “Parlementoya herêma Kurdistan divê hemû çînên civakê tê de beşdar bibin. Ji ber divê nunertiya hemû çînên civakê parlementoyê hebe. Da ku bikaribin ji bo hemû qadên civakê kar bikin. Divê ew kesên diçin parlementoyê di asta wê erkê ku nunertiya xelkê digire ser milê xwe de be. Beşek tenê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî û partiya xwe, xwe weke namzet nîşan didin.”

‘Rêjeya beşdariya jinan di parlemenê de ji sedî 25 e’

Zekiye Seîd derbarê sîstema hilbijartin û kota beşdariya jinan ya ji sedî 25 e de wiha got: “Her çend kotaya beşdariya jinan di hilbijartinên parlementoyê de ji sedî 25’e, lê belê beşdariya jinan ji vê hejmarê kêmtir e. Li gor vê hejmarê gelek jin hene bi dengê xwe baweriya xelkê bi dest xistiye û di hemû aliyan de xizmetê ji bo gel û nîştîman dike. Jin dikarin di pêşerojê de bê kota bibe namzet, dengê baş bi dest bixin û di parlemenentoyê de nûnertiya jin û civakê bike. Ji ber jin di guherîna zagonên di çarçoveya mafê jinan de xwedî bandor e. Lê belê ji ber astengiyên sîstema dîktator ya deshilatê bi awayek gelek kêö cihê jinan di parlementoyê de heye.”

‘Paşhistina hilbijartinê dibe sedemê xirabûna jiyana xelkê ye’

Zekiye Seîd derbarê paşketina hilbijartinê de wiha got: “Sedemê paşxistina hilbijartina parlementoya herêma Kurdistanê nakoyên siyasî yên di navbera herdû partiyên desthilat YNK û PDK ye. Paşketina hilbijartinan li welatên pêşketî û demokratîk nîne, ji derveyî karesatek xwezayî û sedemên cûda. Lê belê paşxistina hilbijartinan li herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên aliyên siyasî bûye kevneşopî. Ji ber vê jî baweriya hemwelatiyan ji dest dane.”

Zekiye Seîd destnîşan kir ku divê êdî demê hilbijartinê neye dirêjkirin û got: “Divê hemû partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bibin û nûnerên jinan biçin parlementoyê û berendamên di asta bilind de beşdar bibin. Da ku bikaribin nûnertiya xelkê Kurdistanê bikin û di guherîna jiyana xelkê, mûçe dayîn û çareserkirina pirsgirêkan de xwedî bandor bin.”