‘Paşguhkirina pirskirêka jinan rê li ber qetlîamê vedike’

Jinên li Başûrê Tûnisê bi taybetî yên li bajarê Qeblî ji gelek aliyan ve rastî tundiyê tên Çalakvana civaka sivîl û mafên jinan Neîma Bin Mensûr diyar kir ku li Qebliyê ji ber paşguhkirinê tundî gihîştiye asta qetilkirinê.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis- Jinên li Tûnisê di her warî de rastî tundiyê tên li kêleka tundiya fizîkî neçar dimînin bi krîza aborî re jî têbikoşin. Jinên kedkar ên li bajarê Qeblî yê girêdayî Tûnisê di komkirina xurmeyan de kar dikin rastî tundiya mêr tên û ji bo debara malbata xwe bikin neçar dimînin di saetên dirêj de bixebitin. Jin bêyî ku temînata wan a kar hebe bi heqdestek erzan û ne li gorî keda xwe dixebitin.

Çalakvana civaka sivîl û mafên jinan, Neîma Bin Mensûr tekildarî rewşa jinên kedkar ên li Qebliyê axivî û diyar kir ku jinên li Qebliyê ji mafê xwe yê jiyanê ne agahdar in. Her çendî zagona 58 ku ji bo pêşî li tundiyê bigre hatiye derxistin jî tên paşguhkirin.

‘Paşguhkirin gihîştiye asta qetilkirinê’

Neîma Bin Mensûr di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: "Tevî tundiya manewî û madî, jin rastî lêdan û axaftinên ne di cih de tên. Dema em pêngavên hişyarkirinê der barê tundiya li dijî jinan û danasîna zagona 58’an didin destpêkirin jî jinên bajarê Qeblî tên paşguhkirin. Dema em bala xwe bidin em dibînin ku ev diyardeyeke gelekî belav bûye û gihîştiye asta qetilkirina jinan. Tundî di salên dawî de gelekî belav bûye jin ji ber nezanî û tirsê naxwazin tundiya li ser wan tê kirin eşkere bibe. Jina tundî lê tê kirin gilî nake, dema bixwaze gilî bike jî komek ji rûspiyên eşîran destwerdanê di mijarê de dikin û jinan neçar dikin kesên tundî li wan kiriye efû bikin, ev diyarde gelekî bi xeter e ji ber civak mafên jinan binpê dike.”

‘Jinên kedkar nayên parastin’

Neîma Bin Mensûr destnîşan kir ku rewşa jinên li Qeblî li kêlek tundiya fîzîkî bi pisrkirêkên tendirustiyê re jî r bi rû dimînin û wiha domand: “Mînak jinên kedkar ên di komkurina xurmeyan de kar dikin rastî pirsgirêkên tenduristî weke êşa movikan û nexweşiyên nefestengiyê tên, her wiha ne ji aliyê xwediyê zevî ve û ne jî ji aliyê hikûmetê ve ew di zeviyan de nayên parastin. Li nexweşxaneyan xizmetên ji jinan re tên pêşkêşkirin gelekî xirab in. Her wiha  bêkariya jinên xwedî bawername jî li bajarê Qeblî digihîje ji sedî 81. Ji ber ku sektora giştî kar nade jinan, dema jin bixwazin kar bikin bawernameya xwedîtiya erd ji wan tê xwestin û ew bi xwe li cem wan tune ye ji ber ku ji mafê xwe yê mîrasê mehrûm in.”

‘Tevgerek femînîst a bi bandor tune ye’

Neîma Bin Mensûr derbarê hişyarî û perwerdekirina jinên Qebliyê wiha anî ser ziman: “Tevgereke femenîst bi bandor li vir tune ye, ez weke çalakvaneke di vî warî de ji sala 2016’an ve bi sedema desthilatdariya mêr mafê jinan têdikoşim. ez dibînim ku jin di hemû aliyên jiyanê de tune ye, beşdariya jinan di jiyana giştî de mewsimî ye û tenê li ser rêxistinkirina hejmarek ji pêşangehan pêk tê, heta hinek ji wan nizanin rojeke cejna jinan û boneyên ku daxwaza mafên mirovan dikin hene. Tevgera femenîst bêhtir li paytextê çalak e lê li gund û bajarên hundir gelekî kêm e ji ber jin li wan deveran li zagonên parastina mafên xwe napirsin û girîngiya zagona 58 nizanin.

Divê aliyên têkildar destwerdanê ji bo jinên li bajarê Qeblî û herêmên Başûrê Tûnisê bikin, ji ber ku civaka sivîl nikare çareseriyan peyda bike.