Partiyên rastgir ên tund li PE’yê zêde dibin

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) mezinbûna partiyên rastgir ên tund bal kişand ser xwe.

Navenda Nûçeyan-Li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 370 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) çûn ser sindoqan. Parlamentoya Ewropayê weke saziya Yekîtiya Ewropayê ya ku her 5 salan carekê ji aliyê welatiyan ve tê hilbijartin, girîngî qezenc dike.

Di rewşa heyî de tê dîtin ku komên Partiya Gel a Ewropayê (EPP), Sosyalîst û Demokratan (S&D) û Ewropaya Nû Dibe (RE) bi hev re 398 kursî bi dest xistine. Ev koalîsyon ji 720 kursiyên li Parlamentoya Ewropayê, wê bibe xwediyê 398 kursiyan.

Kesk û Çepa Radîkal jî kursî winda kirin

Hejmara parlamenterên ku hîna beşdarî ti komên siyasî nebûne, weke 102 tê texmînkirin. Ev rewş dibe ku bibe sedem, muhafazakarên neteweyî û komên rastgir ên tund bi hêz bibin. Kesk û Çepa Radîkal jî kursî winda kirin.

Tê texmînkirin ku EPP wê 181, S&D 135 û Renew Eûrope jî 82 kursiyan bi dest bixe, Kesk/EFA ji 72 kursiyan, daket 53 kursiyan. Koma Çep bi ketineke ji sedî 3’yan, tenê 34 kursî di destê wê de man. Muhafazakarên neteweyî yên ECR’ê 71 kursî (+7) bi dest xistin, koma rastgir a tund jî 62 kursî (+13) bi dest xistin.

Li Elmanya û Fransayê partiya Keskan deng winda kirin, Swêd û Hollanda jî pêşketin bi dest xist. Keskan li seranserî Ewropayê kursî winda kirin.