Partiya Komunîst ya Îraqê xwe ji hilbijartinan vekişand
Partiya Komunîst a Iraqê xwe ji hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Îraqê ku wê di 10’ê Cotmehê de werin li darxistin vekişand.
Navenda Nuçeyan - Rêveberên Partiya Komunîst a Iraqê bi daxûyaniya çapemeniyê vekişîna xwe ya ji bo hilbijartinên pêşwext ragihandin û di daxuyaniyê de diyarkirin ku rewşa niha ya Iraqê ji bo pêkanîna hilbijartinan ne guncawe, hîna jî tevlîheviyên siyasî û komên çekdar ên bêseruber hene ji ber wê jî wê hilbijartin bi tendirust neyê kirin û zehmete.