Partiya Çepên Kesk û HDP’ê: Em bi zêdeyî 100 hezar dilxwaz re li ser sindoqan e

Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, eşkere kir ku ji bo 14'ê Gulanê hemû tedbîr girtine û diyar kirin ku ew ê bi zêdeyî 100 hezar dilxwaz û 3 hezar parêzeran re li ser sindoqan bin.

Navenda Nûçeyan: Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Navendê, li dijî operasyonên feraset û manîpulasyonên muhtemel ên navenda wan îktîdarê ku beriya hilbijartinê û di roja hilbijartinê pêk were de banga hişyarbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye dê di dîroka xwe de hilbijartina herî girîng pêk bîne û wiha hat gotin: “Di çarçoveya ewlehiya hilbijartinê de Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ku ji hevserokên giştî, hevberdevkên Partiya Çepên Kesk, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên partiyê pêk tê ava kirine. Daxuyanî wiha dom kir: “Tevî êrişên îktîdara AKP-MHP’ê ku tevahiya derfetên dewletê ji bo kampanyaya xwe bi kar tîne jî me xebatên pir baş û berhemdar kirin. Bêyî ku guh bidin binçavkirin, girtin û astengkirinan, em bi saya piştgiriya gelên xwe û keda xwe kolan bi kolan, gund bi gund geriyan û me xebat meşandin û dimeşînin. Em baş di ferqa fikarên gel ên têkildarî hîle û lîstikên îktîdarê yên ji bo hilbijartinê de ne. Tevî hîleyên îktîdara AKP-MHP’ê jî em ê sindoqan biparêzin. Li dijî her cureyên provakasyonên îktîdarê em ê bi aqilane tevbigerin û dê sindoqan neterikînin. Em ê nehêlin tenê yek dengê me bidizin û dê nehêlin vala biçe.”

‘Dê 100 hezar dilxwaz sindoq û dengan biparêzin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû hîleyên hilbijartinê yên ji aliyê hikûmetê ve tên kirin ji aliyê navendê ve hatine nirxandin û hat destnîşankirin ku tedbîrên pêwîst jî hatine girtin û wiha hate gotin: “Me hîleyên îktîdarê nirxandin û li gorî wê tevdîr girtin. Dê zêdetirî 100 hezar partiyiyên me yên dilxwaz di roja hilbijartinê de sindoq û dengan biparêzin. Li gel dilxwazan, her wiha 3 hezar hiqûqnasên me ku dê mudaxaleyî nelirêtiyan bikin û îtîraz bikin hatine peywirdarkirin. Komîsyona Karên Hilbijartinê jî di asta navçe-bajaran de dê girtekên bi îmzeya şil teqez bigire û vê li databasê zêde bike.”

Di daxuyaniyê de der barê pêvajoya ku dê bê meşandin de jî ev agahî hatin dayîn:

“Komîsyona Karên Hilbijartinê jî di asta navçe-bajaran de dê girtekên bi îmzeya şil teqez bigire û vê li databasê zêde bike. Komîsyona me ya navendî dê bi awayekê hemwext daneyên li databasa YSK’ê hatine barkirin bişopîne. Heke di navbera daneyên YSK û daneyên me de hevnegirtinek çêbibe, dê tavilê bên tespîtkirin û ji bo sererastkirina daneyan pêvajoya îtîrazê bê destpêkirin. Di vê hilbijartinê de partiya me dê bi awayekî hemwext kontol û venihêrîna sindoqan bi awayekî sêalî bişopîne. Di vê mijarê de me hemû amadekariyên xwe kirine.”

‘Daxuyaniyên Navendê esas bigrin’

Di daxuyaniya ku hate gotin, “Em banga li her kesî dikin ku xwedî li sindoqan derkevin. Li dijî encamên manîpulatîf ên îktîdarê û medyaya wê, bila her kes daxuyaniyên Navenda Koordînasyonê ya partiya me bişopîne û van daxuyaniyan esas bigire. Ji bo parastina her dengekî, hêza me ya herî mezin piştgiriya gel e. Divê her kes weke peywirdarê sindoqê û muşahit bixebite, hevalên me yên peywirdarên fermî bi tenê nehêlin. Ev yek pir girîng e. Bi vê zanebûnê em dibêjin em ê bi hev re biguherînin. Ji bo we serkeftinê dixwazin” hate diyar kirin ku dê hemû deng werin parastin.