Partiya Çep a Kesk beyannameya xwe ya hilbijartina jinan aşkere kir

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk di Beyannameya Hilbijartina Jinan a 2023’an de diyar kirin ku têkoşîna azadiyê jin wê bilind bikin û banga bi jinan li dora partiya Çep a Kesk werin ba hev kirin.

Enqere- Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Jinan a têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê îro li hotêleke Enqereyê bi çalakiyekê ragihand. Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk bi dirûşma “Dîsa jin, dîsa jiyan” a bi kurdî û bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” starta kampanyaya hilbijartinê da destpêkirin. Beyanname bi zimanên tirkî ji aliyê berdevka Partiya Çep a Kes  Canan Çalağan, kurdî jî aliyê berdevga meclîsa Jinan ya HDP’ê  Ayşe Acar Başaran ve hate xwendin.

Di beyannameye de hat diyarkirin ku nasname, çanda jinê û dike hedef. Desthilata mê rev bi hezarn sale jinê ji nedîtî ve tên. Tifaqa AKP/MHP’ê ya desthilata 22 salî de herî zêde komkojiyên jinan hatine jiyankirin û bikuj jî bi daxistina cezayan re ketiye dîrokê.

Di beyanmaneya hibjartina jinan ya 2023’an de wiha hate gotin:

“Em li hemberî tevahiya bindestiyan û mêtingeriyan di wekhevî û azadiyê de bi israr in, di guherandina bi jinan re bi biryar in. Ji ber em dizanin ku tekane rêya veguherandina vê pergala mêrsalar a ku ji bilî mirin û zilmê tu tiştekî nayîne, veguherandina bi jinê re ye.

Bi rêya 3’em re ber bi komara demokratîk ve

Em jin, ne mecbûrî Tifaqa Cûmhûrê ya ku demokrasiyê ji holê radike ne, ne jî mecbûrî hişmendiyên kevn ên ku bêriya rabirdûya serwêrisparêz dikin in. Vebijêrka mezin li pêşberî me ye; Rêya 3’yemîn a partiya me, rêya meşa azadiyê ya jinan e. Em ji bo din ava jiyanê de, ji komarek azad û demokratîk re amadene!

Hîn zêdetir jin û hîn zêdetir jiyan!

Ji bo civakeke wekhev û azad, dîsa jin, dîsa jiyan. Ji bo ku em ji kes û hişmendiyên ku xespker ên ku me tune dihesibînin, ji mekanîzmayên biryardanê dûr dixin, di malan de heps dikin, destwerdanê li jiyana me dikin, mêtingeriya bedena me û keda me dikin re bibêjin “Êdî Bes e”, em radibin ser piyan. Em ê tevahiya astengiyên li ber gotin, xwederbirîn, rêxistinbûn û azadiya kirina çalakiyên aştîxwaz ji holê rakin. Em li hemberî kesên ku dixwazin bi tundiya dadê çalakiyên me, biryarên me, ramanên me û gotina me asteng bikin, têbikoşin.

 Banga me ew e ku em li hemberî polîtîkayên rantparêz, yekparêz û zayendparêz, bi pelên rengîn ên partiya me civaka xwe ji nû ve bihonin. Bi tiştên ku me ji piştevanî û têkoşîna jinan hîn kirine, em ê bi hev re civaka wekhev û azad ava bikin. Hêza me, baweriya me û hêviya me heye’ ji bo em di derbarê jiyana xwe de biryara xwe bidin em bi jinan re ji bo guherînê tên.

Nunerên azadiya jinê û piranîparêziyê

Em jin dizanin ku ji bo demokrasiyeke hêzdar divê wekhevî, beşdarî, piranîparêzî û xwecihîbûn bên esasgirtin. Meşa me ber bi demokrasî û wekheviyê ve ye. Bi partiya me meclîs dê bibe meclîsa jinan, kedkaran, gelan, ciwanan, LGBTÎ+’yan, astengdaran, zarokan, çandan, baweriyan, tevahiya bindestan. Em tên ku em meclîsê veguherînin cihekî piranîparêz ê ku her kes xwe bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe, xwe îfade bike.

Demoqrasiya xwecihî

Li hemberî pêkûtiya ku di rêveberiya desthilatdariyên yekparêz û navendparêz de li ser civakê tê kirin, em bi hêza cewherî ya xwecihiyê re dimeşin. Em xurtkirina demokrasiya xwecihî, meclîsên jinan, însiyatîfan, sendîkayan, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sîvîl diparêzin û dibêjin divê ku ew di rêvebirina bajaran de û mekanîzmayên wergirtina biryaran de xwedî gotin bin. Armanca me ew e ku li hemberî polîtîkayên ku şaredariyan, bajaran û tevahiya qadên jiyanê di binê betonê de dihêlin, em bajarên xwe bikin qadên ekolojîk ên ku mirov lê bikaribin bijîn. Bêyî jinan demokrasiya xwecihî ne pêkan e, bêyî demokrasiya xwecihî jî komareke demokratîk ne pêkan e! Wek jin, em ji bo Komara Demokratîk tên.

Rêveberiya xwecihî û jin

Qeyûmên ku ezmûnên rêveberiyên xwecihî, keda wan û hêza wan a cewherî tune dihesibînin û civakê bê parastin dihêlin, pêşiyê xebatên jinan ji xwe re kirin armanc, saziyên jinan girtin. Lê pêdiviyên jinan, zarokan, extiyaran, astengdaran, bi gotineke din, pêdiviyên tevahiya civakê, herî baş em, jinên ku li kuçeyan, li taxan di nava jiyanê de ne, dizanin. Ji lewre, em polîtîkaya qeyûman red dikin. Em gav bi gav demokrasiya xwecihî ya ku jin bi awayekî çalak beşdar dibin û xwe birêxistin dikin, ava dikin. Li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’yê ya ku nikaribû di sê rojên pêşîn ên erdheja 6’ê Reşemiyê de vîncekê jî bişîne herêmê, ji bo ku em demokrasiya xwecihî ava bikin û dawiyê li polîtîkaya qeyûman bînin, em tên.

Nûnertiya wekhev

Çawa ku em bi hev re dijîn, di rêvebirinê de jî em ê bi hev re bin! Em parastina hevserokaktiyê ya ku destkeftiya me ya mezin a dîrokî ye, didomînin. Ji bo beşdarî û nûneriya wekhev, em ê pergala hevserokatiyê di tevahiya paye û qadên siyaset û rêveberiyan de bisepînin.Em ji bo ku bi partiya xwe ya ku jinan wek vîna rêveberî û biryardanê dibîne re ber bi wekheviyê bimeşin, tên.

Siyaseta demokratîk

Ji bo siyaseta demokratîk pêş bikeve, dîsa jin, dîsa jiyan. Qeyranên ku mêr, dewlet û sermayeyê afirandine bêyî jinên ku kiryarên damezirîner ên siyasetê ne nayên çareserkirin. Ji bo ku siyaset bibe malê civakê em têkoşîneke azadîparêz dikin. Em ê bikin ku jin di siyasetê û tevahiya mekanîzmayên biryardanê de zêdetir cih bigirin. Li hemberî siyaseta talanê û nelirêtiyan, ji bo ku siyaseta demokratîk di tevahiya qadan de bê sepandin, em ê Meclîsê jî, siyasetê jî biguherînin. Em tên ku em Wezareta Jinan a ku tevahiya pirsgirêkên têkildarî jinan rasterast ji aliyê jinan û rêxistinên jinan ve bên çareser damezirînin!

Destura bingehîn

Em ji Destûra Bingehîn a ku jin û diyarkeriya jinê tê de tune ye re dibêjin ‘Na’. Em ê bi hev re ji bo destûreke bingehîn a demokratîk a ku tevahiya nasnameyan, zimanan, baweriyan tê de tên naskirin û parastin bixebitin. Li ser bingeha hemwelatiya wekhev, ji bo jiyaneke azad, em ê destûreke bingehîn a demokratîk bi jinan re, bi jiyanên jinan, bi daxwaz û xeyalên wan amade bikin. Ji bo vê yekê em tên.

Daraz

Ji bo edaleta rasteqîn, dîsa jin, dîsa jiyan. Cezayên mêrên ku jin qetil kirine bi hincetên tehrîk û ‘halê baş’ tên kêmkirin. Kujerên jinan li kuçe û kolanan bi serbestî digerin lê jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin tên hebskirin. Ji bo têgihîştineke nû ya darêzgeriyê ya ku pêdivî û heqîqetên jinan ji xwe re dike bingeh, em ê hemû gavên pêwîst bavêjin. Em ê sererastkirinên pêwîst bikin û kedkar û Akademîsyenên Aştiyê yên ku bi KHK’yan ji kar hatin avêtin vegerînin ser karên wan, girtiyên siyasî yên jin azad bikin, mişextiyên ku bi tundiya dadweriyê ya di binê bandora siyasetê de ye ji welêt hatine sirgûnkirin vegerînin. Ji bo parastina mafên jinan û tevahiya civakê, ji bo darêzgeriya serbixwe û bê alî û dadweriya rasteqîn, em tên!

Pirsgirêka Kurd

Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ê ku bi sedsalan e li ser vê xakê tê înkarkirin, bi polîtîkayên bişaftinê ziman û çanda wî tune tên hesibandin û bi ked û berdêlên bêhempa hatiye roja îroyîn, heye. Her wekî ku polîtîkayên şer û tundiyê nikarin rê li têkoşîna gelê Kurd bigirin, ji bo kêşeya Kurd nabin çareserî jî. Şer jiyanên me, hezkiriyên me, xwezaya me didize. Ji ber ku em hem berxwedêr û hem jî mexdûrên vî şerê ku bi dehan salan e didome ne, wek jin, herî zêde em dizanin aştî çi ye. Em her û her dibêjin kêşeya Kurd encax li ser maseyê, bi dan û stendinên ku bi muxatabên wê re bên kirin dikare bê çareserkirin. Li ser maseyeke çareseriyê ya demokratîk a ku mafên me tên nasîn û bi zagonan tên parastin, em tên ku wek jin, wek kiryarên damezirîner ji bo ku aştiyeke bi rûmet bi meşa mezin a jinan li vî welatî pêk bînin!

Polîtakayên ji derve

Em têkoşîna xwe ya jinê li ser bingeha pêkvejiyana gelan dihonin. Di polîtîkaya derveyî de em li hemberî mîlîtarîzmê, jihevdûrxistinê, polîtîkayên şer û dagirkeriyê derdikevin û dibêjin divê ku pirsgirêk bi muzakereyan bên çareserkirin. Ji bo em ji şerên ku ji aliyê desthilatdariyên mêrsalar ve tên derxistin re bibêjin “êdî bes e” û ji bo ku di navbera tevahiya gelan de têkiliyên bi her awayî yên aştiyane bên danîn, em tên! Em ê butçeyê li gor wekheviya zayendî çêbikin!

Wekeviya butçe û zayendê

Ligel ku gelên Tirkiyeyê roj bi roj xizantir dibin, desthilatdarî çêkirina serayan û dewlemendkirina xwe û hevalbendên xwe didomîne. Xizanî û bêparî jî herî zêde para jinan dikeve, bandorê li jiyana wan dike! Yên ku herî zêde bêkar dimînin û ji jiyana xwe xwebexşiyê dikin, em in. Êdî bes e! Em ê nehêlin ku çend mêr mêtingeriya keda me bikin û dewlemend bibin. Ji bo ku em îroya xwe û dahatûya xwe bi awayekî wekhev û azad bijîn, em ê biguherînin. Em dibêjin butçe bila ji jiyanê re be, ne ji şer re be. Em tên ku em li ser bingeha pêdivî û daxwazên jinan, butçeyên wekhevîparêziya zayenda civakî çêbikin. Bi jinên ciwan re; ber bi jiyana hêvîdar, wekhev û azad ve!

Jinên ciwan

Partiya me, partiya jinên ciwan e û ew hêza damezirîner a îro û siberojên azad in. Em ê rewşeke ku di civakeke demokratîk de jinên ciwan bi awayekî azad, wekhev, bi dad bijîn û ewlehiya mafê jiyînê ya wan hebe, biafirînin. Ji bo jiyaneke civakî ya ji hemû cureyên tundiyê dûr a ku jiyana wan ne di xetereyê de be, em ê gavên pêwîst bavêjin. Ji bo azadiya jinên ciwan û perwerdehiya wesfdar, mafên tenduristî, star û veguhastinê, bi hêz û dînamîzma meşa wan, em tên!

 Ekoloji

Kapîtalîzma mêrsalar ji bo kar û rantê li hembeîr xwezayê şer dike. Parastina jiyanên me û xwezaya me îro ji her tim girîngtir e. Li hemberî wan kesên ku li Çiyayê Cûdî ji bo bekaya dewletê daristanan tune dikin, ji bo rantê dixwazin Baxçeyên Hewselê desteser bikin, li Egeyê ji bo karê kankeriyê baxçeyên zeytûnan tune dikin, bi kepçe û kamyonan dikevin çaviyên Mûnzûrê, bi qirêja qirş û qalên pîşesaziyê li Trakyayê çem û rûbaran qirêjî dikin, li Behra Reş bi SHE (HES) yan çem û rûbaran ziwa dikin, ji bo ku em qadên xwe yên jiyanê biparêzin, em jin, em ê li eniya pêşîn têbikoşin. Ji bo parastina eksena ekolojik ya civakê û ji bo inşakirina komara demokratîk bi van bingehan em tên.

 Tundiya mêr

Ji bo ku em dawî li tundiya mêr-dewletê bînin, em tên! Jin li vî welatî tên qetilkirin, destdirêjî û destavêtin li hemberî wan pêk tên. Ji bo ku dibêjin “em pergala mêrsalar napejirînin” rûberî êrîşên zayendî dibin, tên binçavkirin, girtin û armancgirin! Desthilatdariya AKP û MHP’yê jî mêran bi bêcezatiyê xelat dikin, Peymana Stenbolê xesp dikin. Dixwazin jiyanên me bikin binê hukumraniya xwe. Lê li hemberî vê rejîmê em jin, em ê têkoşîna xwe û hêza xwe ya rêxistinbûyî mezintir bikin. Em dixwazin zêdetir bibin, jiyanên xwe bi destên xwe ava bikin û bi hev re biguherînin. Ji bo vê yekê em tên! Em ê nehêlin ku vê biharê yek keseke din jî li kuştinên jinan zêde bibe. Di karesatên xwezayî yên wek erdhejê yên ku vediguherin felaketan de em ê nebin wan kesên pêşîn ên ku pêşiyê rûberî tundiyê dibin! Ji bo ku em hişmendiya rêveberiyên mêrsalar ên ku bi desthilatdarî, darêzgerî, çapemenî û tevahiya sazî û dezgehên xwe tundî û pêkûtiyê dispêrin hilweşînin. Dîsa jin jiyan azadî.

Destkeftiyên jinan

Em ê Peymana Stenbolê ya ku ewlayiya me ye, paş ve bînin û em ê bikin ku ligel zagona bi hejmara 6284’an bi awayekî bandorker bê sepandin. Em ê bi rêxistinên jinan re çavdêriya vê yekê bikin. Em ê Xetên ALO Tundiyê yên ku jinên rûberî tundiyê dibin her tim (7/24) dikarin lê bigerin ku dê xebatkarên pispor bên peywirdarkirin û bi awayekî pirzimanî xizmetê bidin ji nû ve vekin. Em ê di mekanîzmayên ku dê jinên rûberî tundiyê bûne serî lê bidin de, ji bo ku bikaribin xwe îfade bikin, xizmeta bi zimanê dayikê bikin. Em ê pêşengiyê bidin wê yekê ku jinên rûberî tundiyê bûne. Em ê di mekanîzmayên ku dê jinên rûberî tundiyê bûne serî lê bidin de, ji bo ku bikaribin xwe îfade bikin, xizmeta bi zimanê dayikê bikin. Bi awayekî bê pere ji pergalên piştgiriya civakî û tenduristiyê sûdê wergirin.

Xizaniya jinan

Bi desthilatdariya AKP û MHP’yê qeyrana aborî girantir dibe, civak xizan dibe, xizanî jî herî zêde bandorê li jinan dike. Dewlet û civak keda xwedîkirinê wek ‘peywir’a jinan dibîne. Li malê kar û barên malê, li kargehan xebata giran, bêyî ewlehî, bi destheqên kêm, tevahiya barê cîhanê li ser pişta jinan e. Karbeşiya zayendparêz li ser jinan tê ferzkirin. Jinên ku li derveyî malê, dixwazin bi destheqê xwe bixebitin an kar nabînin an jî bi destheqên kêm û bi awayekî ku ji mafê malnişînî û tenduristiyê bêpar bin û di karên dertomarî de bi awayekî bê ewlehî dixebitin. Jinên ku bi destheqê dixebitin li cihên karên xwe li hemberî mêtingerî, cudakarî, tundî û destdirêjiyan têdikoşin. Ligel vê yekê jî, destheqê wan bi qasî yê mêran nîn e. Beşa herî xizan jin in. Avaniya mêrsalar û hiyerarşîk a sendîkayan rê li ber rêxistinbûna jinan digire. Di rêveberiyan de nayên temsîlkirin û di peymanên tomerî de pirsgirêkên wan ên xwereng tên paşguhkirin. Di nava karkerên çandiniyê yên demsalî de yên herî bê ewlehî dîsa jin in. Jin penaber ligel ku di jiyana civakî de rûberî hemû cureyên tundiyê jî dibin, bi destheqên kêm, bi awayê herî erzan û bê ewlehî tên xebitandin. Em; li zeviyan, li kargehan, li malan, kurt û kurmancî li her derê, ji bo ku rê li ber mêtina keda jinê û qeyranên aborî bê girtin, ji bo ku jin zêdetir xizan nebin, em tên!

 Keda jinê û karesatên xwezayî

Li herêmên karesatan û di pêvajoyên qeyranan de ji bo ku pêdiviyên xweser ên jinan bên bên qedandin, em ê butçeya giştî seferber bikin. Em ê dawiyê li karbeşiya mêrsalar û zayendparêz, cudakariya li kargehan, mobîng û newekheviyan bînin. Em ê xizmetên venêrînê yên ku li pêşiya wergirtina kar a jinan dibe asteng giştî bikin û çi bi destheq, çi bê destheq, em ê mafê ewlehiya civakî û malnişîniyê bidin hemû jinên xebatkar. Em ê temenê malnişîniyê kêm bikin û xebatên pêwîst bikin da ku di malnişîniyê de ji bo jinan cudakariya erênî bê kirin. Em ê bikin ku jin bikaribin xwe bigihînin perwerdehiyê, em ê di wergirtina kar de wekheviya zayendî pêk bînin û em ê qadên xebatê yên jinan berfirehtir bikin.

Polîtakayên şerê taybet

Polîtîkayên şerê taybet ê li hemberî jinên Kurd bi destê dewleta mêrsalar û hêzên wê yên ewlehiyê didomin. Jin ji tevahiya pêkutî û tundiya ku bi destê hêzên ewlehiyê tên kirin re dibe armanc. Polîtîkayên şerê taybet ê li hemberî jinên ciwan ên ku bi polîtîkayên bişaftin û înkarê nehatin tunekirin jî bi taybetî bi metakirina bedena jinê tên sepandin. Em jin, em ê li hemberî rê û rêbazên wek sîxurkirin, xistina tora tiryakkêşiyê, destdirêjiya dîjîtal ên ku hewl didin bi wan vîna jinê bişikênin, dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku em dawî li polîtîkayên şerê taybet bînin, DÎSA JIN, DÎSA JIYAN!  

Sûcên nefret

Desthilatdarî tevahiya kesên ku li dijê wê derdikevin wek neyar dibîne. Zagon û dadgehî jî mexdûran na, kesên ku tundiyê pêk tînin û çeteyan diparêzin. Tundî êdî li kuçeyan, malan, siwareyên veguhastinê, dibistanan, televîzyonan, herêmên karestan, stadyûman û bi kurtasî ku mirov bibêje li tevahiya qadên jiyana me belav bûye. Li girtîgehan jin rastî binpêkirinên mafan ên giran tên. Bi sedan zarok jî bi dayîkên xwe re di van şert û mercên giran de dijîn. Tu rojeke ku nûçeyên îşkenceyê, tundiya fîzîkî, pêkutî, zordestiya lêgerîna tazî, astengkirina mafên hevdîtin û tenduristiyê, şewitandina înfazê, heta mirinê neyên tune ye. Di serdemên karesatan de jin, nasnameyên zayendî, elewî rastî cudakariyê tên, penaber jî bi tirsa lînçbûnê dijîn. Bi Torosên Spî û tetikkêşên dijminên gel ên ku sembolên tundiya di salên 90’î de û kuştinên kujernediyar in gef li Kurdan tên xwarin. Li hemberî rejîma tundî û polîtîkayên cihêkariyê, DÎSA JIN, DÎSA JIYAN! Emê bi jinan biguherînin.

Jiyanek azad

Desthilatdariya AKP’yê bi hişmendiya “jina meqbûl” a ku li ser me ferz dike, dixwaze jiyana jinan bixe nava gerînekekê. Hewl dide ku biryarê bide ka em ê çi li xwe bikin, çawa bijîn, biçin kîjan dibistanan, kîjan pîşeyê hilbijêrin, di çend saliya xwe de bi zewicin û çend zarokan bînin, baweriya xwe bi kîjan olê bînin. Lê em jin, der barê jiyana xwe de, em dixwazin biryarê bidin. Ji bo em li welatekî ku azadiya me nayê sînorkirin bijîn û jiyana azad ava bikin, emê vê rêkupêkiya zextê bi jinan re bigûherînin. 

Ji bo jiyane bê astengî

Astengdarên jin hem ji ber astengiyên xwe û hem jî ji ber newekheviyên zayenda civakî rûberî cudakariyên piralî dibin. Di pêvajoyên qeyranê yên wek karesatan de jî astengdar beşeke civakê ya ku herî zêde rastî tundî û cudakariyê dibe ye. Nikarin xwe bigihînin mafên mirovan ên bingehîn ên wek tenduristî, karkirin, perwerdehî, beşdariya jiyana civakî; mehkûmî jiyaneke ku di malê de girtî ne dibin. Ji bo di jiyana civakî û siyasetê de bîrdoziya xurtbûnê were avakirin emê bi jinan re bigûherînin. 

 Mafê civakî

Ligel ku gelek berpirsiyariyên wek kar û barên malê, xwedîkirina zarok û extiyaran û nêrîna li astengdaran li ser milên jinan in jî, prar jinan her û her xizanî û kedxwariya li hemberî wan e. Jin ji ber karê xwedîkirinê nikare beşdarî jiyana xebatê bibe. Ligel vê yekê jî, jinên ku alîkariya civakî digirin, di îstatîstîkên dewletê de wek xebatkar dixuyên. Em ê polîtîkayên ku hebûna jinên astengdar a di qadên perwerdehî, kar, siyaset, civakî û çandî de didin pêş û maf û azadiyên wan dikin binê ewlehiyê bisepînin.  Em jin cîhanê bi keda xwe digerînin. Ji bo ku em bigihîjin azadiyê, em dê heqê xwe ji desthilatdaran bigirin, emê jin bi hevre bigûherînin.

Bajar û jiyan

Desthilatdariya mêrsalar ji bo rant û talanê jiyanên me dizî. Bi efûyên avahîsaziyê ji sermayedaran re qad vekir. Her wekî ku di erdheja dawîn de jî hat dîtin, bû sedema mirina bi dehan hezaran mirovan. Butçeya ku diviyabû ji bo rewşên lezgîn û karesatan serf bikira ji bo şer û rantê bi kar anî. Bajên me ji bo ku rê li karesatan bê girtin nehatin bikaranîn, ji bo dewlemendkirina hevalbendên wan hatin bikaranîn. Em ê butçeya jiyana bi ewlayî bikin meriyetê. Tu ciwan û jin dê tirsa debarê nejîn! Tam jî ji ber vê sedemê; wendakirina bi dehan hezaran a jiyana xwe, malbata xwe, mala xwe, xizm û dostên xwe, bîranînên xwe, bajarên xwe polîtîk e! Desthilatdariya mêrsalar a ku beriya karesatan amadekariyên zanistî û teknîk nekiribûn, piştî karesatê jî nikaribû organîzasyon, koordînasyon û rêveberiya pêwîst bike, dikuje. Encamên herî giran ên karesatan jî em jin dijîn. Jin, astengdar, penaber, LGBTÎ+ rûberî cudakarî û tundiyê dibin û mekanîzmayên parastinê yên dewletê jî naxebitin. Bi modela rêveberiya xwecihî ya demokratîk a ku mafên bajêr û jiyanê datîne navenda xwe, ji bo ku em vê pergala rantê ya ku karesat veguherand felaketê biguherînin, em amade ne! Ji bo ku em pêşî li desthilatdariya felaketê bigirin emê jin nbi hevre bigûherînin.

Li dijî talankirina xwezayê têkoşîn

Têkoşîna li dijî talankirina xwezayê di heman demê de têkoşîna li dijî desthilatdariya mêrsalar e jî. Vê têkoşîna ku jin pêşengiya wê dikin; têkoşîneke li dijî gefa wendakirina qadên jiyanê, binpêkirina mafê stirînê, kêmasiya xwarin û avê, vederbûna ji hilberîna aborî, karkerkirina bi darê zorê ya bê ewleyî, dûrbûna ji mekanîzmayên hevgirtina civakî û jiyana civakî, binpêkirina mafên jiyanê û tenduristiyê ye. Qeyrana avhewayê ya ku yek ji qeyranên piralî ya kapîtalîzmê ye newekheviya jinan girantir dike û ji ber ku dibe sedema koçên avhewayê yên komî, civakan ji hev qut dike. Ji bo ku em li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê yên ku dijminatiya xwezayê û jinan dikin jiyana nû bihonin, em amade ne, emê bi jinan re bigûherînin.

Perwerde

Desthilatdariya AKP’ê ji bo ku ‘nifşên oldar û kîndar’ bigihîne, perwerdehiya demokratîk û laîk a zanistî, bê pere û giştî ji xwe re kir armanc. Sepanên ku xwendekar û malbatên wan wek muşterî dibînin bi lezgînî kirin meriyetê. Bi armancên bîrdozî dibistan ji hev hatin cudakirin, bi sepana 4+4+4’ê rêjeya çûyîna dibistanê ya zarokên keçîn daket. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tune hat hesibandin. Ji ber vê yekê bi sedan, hezaran zarok ji mafên xwe yên perwerdehiyê bêpar man. Em ê xwediyê perspektîfeke perwerdehiyê ya ku bi heman awayî nêzî her kesî dibin bin. Em bi heman awayî nêzî ziman, bawerî, bêbawerî, zayend, meyldariyên zayendî, awayên jiyanê û nêrîna li cîhanê ya tevahiya jin û zarokên keçîn dibin. Ji bo ku tevahiya jinan bi awayekî wekhev ji mafê perwerdehiyê sûdê wergirin em ê têbikoşin, emê bi jinan re bigûherînin.

Tendirûstî

Bi desthilatdariya AKP’ê taybetmendiya ji bo raya giştî ya xizmetên tenduristiyê wenda bû, veguherî rewşeke bazirganiyê. Sepanên ku di binê navê “Bernameya Veguherînê” de hatin bipêşxistin, xizmeta tenduristiyê di her gavê de kir bi pere. Kêmkirina çavkaniyên ku ji bo tenduristiyê tên veqetandin, kir ku pêdiviyên tenduristiyê yên jin û zarokên keçîn bibin pêdiviyên talî. Bi Nexweşxaneyên Bajêr ên ji qadên jiyanê dûr, tenduristî ji bo jinan hinekî din dûr bû. Ev jî tê wê wateyê ku ji bo xwegihandina xizmetên tenduristiyê, jin dê zêdetir pere û demê veqetînin an jî dê tedawiya xwe taloq bikin û di nîvî de bihêlin. Desthilatdariya mêrsalar, ligel tenduristiya laşî ya jinan, tenduristiya derûnî jî xera dike. Hem di pêvajoyên qeyranên aborî û civakî de, hem jî di pêvajoyên karesatên xwezayî yên ku desthilatdarî vediguherîn felaketê de, kesên ku pêşiyê tenduristiya wan ji dest diçe jî, em jin in. Emê polîtakayên netewperset û biha yên tendirûstiyê bi jinan re bigûherînin.

 Pirsgirêkên jinên koçebe û şer

Şerên ku bê navber didomin, rejîmên otorîter, têkçûnên aborî û xwezayî her roj hinekî din zêdetir mirovan ji cih û warên wan dûr dixin. Di serî de jin û zarok, koçber û penaberên ku keda wan bi awayekî dermirovî tê mêtin, ji bo ku statuyeke hiqûqî bi dest nexin û ji mafên têkildarî vê statuyê sûdê wernegirin tên astengkirin, êdî rastiyeke vê erdnîgariyê ne. Koçber û jinên koçber û zarokên keç yên dibin zextên sîstema mêrsalarî de, ne wekheviya çandî, sinif û nasname li vi welatî emê bi jinan re biguherînin.

 

Emê pêşeroja xwe inşa dikin

Li hemberî desthilatdariya mêrsalar, kapîtalîzm, tundiya mêr-dewletê, kedxwariyê, jinbûna xizaniyê, qirkirina xwezayê ya ku qadên me yên jiyanê tune dike, em jin li tevahiya cîhanê dahatûya xwe ava dikin. Bi birêxistinkirina torên piştevaniyê; bi avakirina pirên piştevaniyê yên di navbera welatan de, gund û bajarokan de, şar û bajaran de, em xurtir dibin. Li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku erdhej veguherand karesatê, em jin li tevahiya welêt dibêjin “Em bi tenê nînin, bi hev re ne!” û ji bo bi hev re avakirina jiyanê me da ser rêyan. Li hemberî desthilatdariya navendparêz a ku dikuje, bi piştevaniyeke hêzdar a civakî, di tevahiya qadên jiyanê de, ji bo ku em rê li karesatan bigirin, em hemû bi hev re dixebitin. Bi dengên xew, bi rengên xwe, bi piranîparêziya xwe û bi cudahiyên xwe, li hemberî şer, tundî, qirkirina jinan, karesatên xwezayî, ji bo ku em cîhaneke azad ava bikin, em li vir in. Em xwedî li destkeftiyên xwe û têkoşîna jinan a li erdnîgariya ku em lê dijîn û tevahiya cîhanê derdikevin, ezmûnên xwe parve dikin. Bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya li kuçeyan, li qadan, li kargehan, li malan û li tevahiya qadên jiyanê yên ku em kedê didin hêzdar dibe, em ê dawiyê li rejîmên mêrsalar û otorîter bînin!

 Em sînoran nasnakin bi zêdetir jinan re, em torên piştevaniyê yên jinên navnetewî ava dikin û tên!

Dem dema mezinkirina têkoşîna jinê; parastina azadî, wekhevî û jiyana nû ya ku me bi destê xwe, bi biryar û vîna xwe ava kiriye ye!

Dem Dema Piştevaniyê ye!

Dem Dema Azadkirina Jiyanê ya bi hev re ye !

Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye!

Em li Vir in!

Di Bihara 2023’yan de Ber Bi Komara Demokratîk ve

Em Bi Jinan Re Dimeşin!

Bi Gotina Xwe, Bi Lîlandina Xwe,

Bi Hêviya Xwe, Bi Kenê Xwe

Ji Bo Avakirina Jiyana Azad Em Dibêjin

Dîsa Jin Dîsa Jiyan!

Jinên Partiya Çep a Kesk."