Parlementoya Iraqê dê derbarê Zagona Rewşa Kesane de kom bibe
Parlamentoya Iraqê ku dê sibê runiştina xwe lidarbixe, wê 5 mijdaran bigire dest ku yek ji wan mijaran jî guhertina Zagona Rewşa Kesane ye.
Navenda Nûçeyan - Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku biryare sibe di saet 10:00’an de civîna Parlamentoya Iraqê were lidarxistin û tê de 5 mijaran guftugo bike.
Hate diyarkirin ku naverokên civînê ji projeyasaya guhertina Zagona Rewşa Kesane, projeyasaya vegerandina milkan ji bo xwediyên wan, reşnivîsa duyem ya guhertina Zagona lêborîna giştî pêktê.
Her wiha dê xwendina duyemîn a ji bo guhertina pêncemîn a Zagona Rêyên Hewayî ya Sivîl û xwendina duyemîn a guhertina yekem a Zagona Bajarên Pîşesazî wê were kirin.