Parlementerên DEM Partî li Kemera Bozdogan panqerta qeyûm daliqandin

Parlementerên DEM Partî, li Kemera Bozdogan ya li Siraçhane panqarat li ser ‘Taksîm, Colemêrg ya meye, ji 1’ê gulanê re azadî, qeyûm here’ daliqandin.

Stenbol – Hevberdevka Kongreya Demoqratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlementerên Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demoqrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kezban Konukçû û Çîçek Otlu, tayînkirina qeyûm li şaredariya Colemêrg û girtinên di 1’ê gulanê de protesto kir.

Li Kemera Avê ya Bozdogan ya li parka Şaraçhane ya li Fatih panqerta mezin ya li ser ‘Taksîm, Colemêrg ya meye, ji 1’ê gulanê re azadî, qeyûm here’ hate daliqandin. Parlementeran dirûşmeyê ‘Bijî Berxwedana Colemêrg’, ‘Bijî 1’ê gulanê’ û ‘qeyûm wê biçin, em ê bimînin’ avêtin.