Parlementera Mexribê: Rastiya jinan hîn bêtir hewceyî hewldanan e
Fatima Khair diyar kir ku hebûna jinan di hukumeta Akhanouch de ji bo jinên Mexribê destkeftiyek mezin pêk tîne û wiha domand: "Tevî pêşketina ku jinan li Mexribê jiyane jî dîsa hewcedarî bi hewldanên zêdetir heye, ev jî bangewaziyek eşkere ye ji hukûmetê re ku bêtir kar bike ji bo bidestxistina edaletê ji bo jinan û misogerkirina mafên wan.”
Mexrib- Fatima Khair, parlamentereke ji partiya Mîtînga Niştimanî ya Serbixwe ye, berevaniya jinên Mexribê kir û da zanîn ku ew hê negihîştine tiştê ku heq dikin û teqez kir ku pêdivî heye hukûmet hewldanên zêdetir bidomîne da ku statû û rewşa jinan baştir bike.
Di dema destwerdaneke di rûniştinek giştî ya li navenda meclisê de pêşkêş kir, bi munasebeta gotûbêjkirin û pejirandina bernameya hukûmetê, roja 13’ê Cotmehê, Fatima Khair, parlementera ji Partiya Mîtînga Niştimanî ya Serbixwe, eşkere kir ku tevî lihevhatin û hewldana hat kirin, jin hê nikarin pozîsyona hêja bigirin.
Wê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em di ferzkirina wekheviyê de wekî pîvanek ji bo pêşketina civakê û ji nû ve nirxandina rola zindî ya jinên Mexribê, bi ser neketin. Lê tevlibûna jinan di pêvajoya pêşketinê de ji bo polîtîkayên giştî xemê çêdike.”
Dê milyonek malbat ji hejariyê rizgar bibin
Her wiha spasiya tîma parlamentoyê ya partiya serokwezîr ji bo arastekirin û armancên bernameya hukûmetê kir, ya herî girîng ev e ku çalakiya jinan bilind bike li şûna ji sedî 20 bike ji sedî 30, bi mebesta pejirandina destkeftiyên zêdetir ji bo jinên Mexribê û rakirina hemû awayên cudakarî û pêşdaraziya li hemberî wan.
Fatima Khair kêfxweşiya xwe wekî parlamenterek anî ziman û ew di bernameya hukûmetê de berjewendiyek dibîne û plan dike ku milyonek malbat ji hejarî û perîşaniyê rizgar bibin û wiha domand: "Her kes pê dizane ku xizanî dubendiyek e ku hevsengiya civakê tehdît dike û bandorê li aboriya welat dike.”
Piştgiriyê dide jinan
Di warê pêşketina statuya jinan de, hukumeta Mexribê ya nû ji bo piştgirîkirina çalakiya aborî ya jinan û şerê li hemberî xeternakiyê plansaziyek taybetî çêdike. Cihêrengiya rewşên kesane û malbatî di hemû qonaxên temenî de li ber çavan digre û piştgiriya jinan di lêgerîna wan a perwerdehî, xebat û pêşxistina projeyê de dike.
Ji bo jinên ku riya kariyera xwe sekinandine yan jî dixwazin wê biguhezînin, pîvandinên ku çalakiya aborî teşwîq dike dihêle ku bi hezaran jin ji bo pêşxistina projeyên kolektîf an profesyonel ji piştgiriyê sûd werbigirin û ew di çarçoveya bernameya "Firsendê" de forma piştgiriyê digre.
Hêjayî gotinê ye ku Meclisa Nûneran a Mexribê, 13’ê Cotmehê, di rûniştineke gelemperî de, bernameya hukûmetê ya ku ji hêla serokwezîr Aziz Akhanouch ve li pêşberî her du meclisên parlamentoyê hat pêşkêşkirin, li gorî pêdiviyên xala 88 a destûra bingehîn pejirand.
Bernameya hukûmetê pêbaweriya 213 parlamenteran, 64 dijber girt û nûnerek jî ji dengdanê hat dûrxistin.