Parlementera HDP’ê Remziye Tosun: Em OHAL’ê qebûl nakin
Parlementera HDP’ê Remziye Tosun da zanîn ku ew briyara OHAL’ê ya li herêmê qebûl nakin û wiha got: “Me berê jî OHAL dît di sala 2016’an heta 2018’an bû rêveberiya bi zilm û darê, ne em ne jî gel em vê OHAL’ê qebûl nakin.”
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Amed yek ji bajarên herî zêde ku ji herdû erdhejên ku navenda wê Mereş e bandor bû. Li bajarê ku 20 avahî hilweşiyan û bi dehan avahî zirer dit, 242 kesan jiyan xwe ji dest dan û hêjmara birindaran gihaye bi hezaran, li gelek avahiyên ku hilweşiyane xebatê lêgerînê didome.
Piştî erdehejê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) masaya krîzê ava kir. Bi vê koordînasyonê xwe gihandin gelek kesan.
Parlementera HDP’ê Remziye Tosun yek ji mexdûrên erehejê ye. Remziya Tosun di dema erdhejê de zarokên xwe derxist ji derve û bir cihek bi ewle û bi xwe beziya gel avahiyên hilweşiyayî. Remziye Tosun di saet 5’ê Siharê de berê xwe da avahiyên hilweşiyayî yên li navçeya Rezanê û da zanîn ku heta saet bû 10 jî tu rayedar nehat vê qadê, ew bi xwe hewl dane kesên di bin wan kavilan de mane rizgar bikin û wiha got: “Ciwanan, ji 7 salî heta 70 salî her yekê bi rakirina berekê re mirov ji bin wan kavilan derxistin.”
‘Bi hezaran ji derve ne’
Remziye Tosun da zanîn ku piştî ku hemûyan şoka destpêkê derbas kir, hemû qadên Amadê bû cihek yê alîkarî dayînê û wiha got: “Em weke masaya kirîzê ya HDP’ê bi gelê Amedê re bi awayek yekgirtî bi hevre xebat didin meşandin. AFAD’ê heta niha ji sedan yek çadiran ku têra gel bike nedanîne û ji ber li bajar gelek avahî ziyan dîdine hatine mohr kirin û ev jî tê wateya ku bi hezaran kes li kolanan mane. Divê bi lezgînî li bajar çadir werin danîn yan jî konteyner werin danîn. Bi hezaran kes niha ji ber malên wan zirer ditîne ji derve ne, di vê mijarê de divê demildest gav werin avêtin. Divê bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl re demildest bikevin nava tevgerê.”
‘Alîkariyan dikin amûrên hilbijartinê’
Remziye Tosun destnîşan kir ku di aliyê alîkariyê de di medya dijîtal de gelek îxbar hatine ji wan re û wiha dom kir: “Pêşiya gelek tiran digrin û panqartên AKP’ê pêve dikin, nêzikatiyek wisa heye ku mijara alîkariyê ji bo hilbijartinê bi kartînin.” Remziye Tosun diyar kir ku bi îlankirina OHAL’ê re mexdûriyetek zêdetir wê ava bikin û got: “Ev nêzikatî ne dinî, ne wijdanî û ne jî exlaqî ye.”
‘Desthilatê bi xwe ecelê xwe amade kir’
Remziye Tosun di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Îro li 10 bajaran erdhej çêbû, li 10 bajaran bê xweyîtî mirovan kuşt. Ji ber ev rewş rewşe wisane ku em di welatek bê kefen de jiyan dikin, dema em bimrin wê kefenek yê me nebe, mirov di rewşek ji hal ketî de ne, mirov di rewşek şikestî de ne, desthilat bi temamî di sinifê de maye. Divê desthilat demidest îstîfa bike. Ger îstîfa jî neke bi danîna bi hezaran cenazeyan li ser cadeyan desthilatê bi xwe ecelê xwe amade kir.”
Remziye Tosun anî ziman ku diviyabû yekîtî û seferberî bê îlankirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi îlankirina OHAL’ê sepandina rejîma yek mêrî ya bi darê ye. Me berê jî OHAL dit, ji sala 2016’an heta 2018’an bi zilm û darê bû rêbaza rêveberiyê. Ne gel ne jî em vê OHAL’ê qebûl nakin, OHAL tê wateya rejîma tek mêrî xwe li sarayê dayîna jiyankirinê û tê wateya bi zext û zilm bi biloga AKP-MHP’ê bide jiyankirin. Divê herêma karaseta were îlankirin. Ji xwehemû cihan ne gotinên desthilatê, yekîtiya mirovan dibînin.”