Parlamentoya Ewropayê ji ber êrişan banga çalakiya lezgîn kir
Endamên Parlamentoya Ewropayê, ji bo DAIŞ’a ku li Sûriyeyê gefek mezin e, bang li KE û YE’yê kir ku dest bi çalakiya lezgîn bikin û gotin: “Li dijî Tirkiyeyê sekneke rast nîşan bidin û ji bo îqnakirinê zextek mezin lê bikin.”
Navenda Nûçeyan – Ji ber êrişên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ên Tirkiye piştgiriyê dide wan û zêdebûna pevçûnên li Sûriyeyê û xetera qetliamên li ser gelên herêmê, Hevserokên Koma Xebatên Kurd ên li Parlamentoya Ewropayê Andreas Schieder, Per Clausen û Leoluca Orlando, ji bo Alîkara Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas metna banga lezgîn şandin.
Di bangê de hat diyarkirin ku HTŞ’a ku dewleta Tirk piştgiriyê didê, hebûna xwe ji DAIŞ’ê digre û bal hat kişandin ku ji bo gelên li herêm û cîhanê xeterek mezin çêdikin.
Her wiha hat diyarkirin ku divê Yekitiya Ewropayê bikeve tevgerê û alîkariya lezgîn bişîne herêmê.
Rêveberiya Xweser 12 salan ji bo demokrasiyê têkoşiya
Di berdewamiya metna bangê de wiha hat gotin: "Bûyerên li Sûriyeyê qewimîn, heta tu bibêjî fikaran mezin dikin. Divê hûn bizanibin ku gelên sivîl û kêmar bi xeterek çawa re rûbirû ne. Dozde salan, bi taybetî Kurd û mutefîqên wan ên di Rêveberiya Xweser de ji bo li herêmê demokrasî çêbibe û di nava aştiyê de bijîn têkoşiyan. Tevî ku 12.000 kesan jiyana xwe ji dest dan jî li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan û serkeftin çêbû. Niha jî ji aliyê dûvikê El Qadîdeyê Hayat Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve di operasyona ku li dijî Esad tê meşandin de, milîsên îslamîst ên girêdayî Tirkiyeyê-qaşo Arteşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA)- bi operasyoneke duyem hewl didin Rêveberiya Xweser tune bikin.