Parlamenterên HDP'yî nobeta edaletê girtin

Nobeta Edaletê ya girtiyên nexweş û yên berdana wan hatine taloqkirin, vê heftê parlamenterên HDP’ê li ber edliyeyê girtin.

Stenbol – Nobeta Edaletê ku girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di hefteya 34’an de li pêşiya Edliyeya Çaglayanê berdewam kir. Nobeta edaletê ya vê heftê ji aliyê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Zuleyha Gulum û Mûsa Pîroglû ve hat girtin.

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum a li ber edliyeyê axivî, diyar kir ku malbatên girtiyan ji ber ku her hefteyê tên derbkirin û binçavkirin, pirsgirêkên tenduristiyê dijîn lewma jî nekarin tev li çalakiyê bibin. Zuleyha Gulum, bi domdarî wiha got: “Lê belê ji me re gotin ku dê nobeta xwe her hefteyê bidomînin. Ji ber ku xizmên girtiyan vê hefteyê nekarîn tev li nobetê bibin, daxuyaniya vê hefteyê em ê bidin. Em ê bibin dengê girtîgehan û binpêkirinên tên kirin vebêjin.”

‘Ev sepan, binpêkirina rûmeta mirovan e’

Zuleyha Gulum bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û ev tişt anî ziman: “Ev demekî pir dirêj e ku Ozkan di girtîgehê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Ozkan êdî di asteke krîtîk de ye. Ozkan di ferqê de nîne ku niha li girtîgehê jî dimîne. Di rewşeke wisa de nîne ku bi tena serê xwe bikare sexbêra xwe bike. Divê Ozkan were berdan. Tevî bertekên mezin ên raya giştî jî Ozkan nayê berdan. Malbata Ozkan xwe gihand me û gotin; ‘dibe ku di kêliyê de jiyana xwe ji dest bide.’ Cihê rexneyê ye ku wezareta tenduristiyê û midûriyeta girtîgehan di vê mijarê de bêdeng in. Niha zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Lê ne tên tedawîkirin û ne jî tên berdan. Girtîgeh, veguherîne malên mirinê. Li girtiyên sewqî nexweşxaneyê dikin jî kelemçeya ji pişt ve tê ferzkirin. Ev jî besî wan nîne ku niha lêgerîna nava dev li girtiyan ferz dikin. Ev sepan, binpêkirina rûmeta mirovan e.” 

Banga hestiyariyê

Zuleyha Gulum, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî van sepanan, bi hezaran sepanên din ên derhiqûqî hene. Banga me li raya giştî ew e ku li dijî van sepanan bi hestyar tevbigerin û rê li ber vê xeta komkujer a li girtîgehan bigirin. Divê wezareta dadê û midûriyeta giştî ya girtîgehan berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”