Parlamenterên HDP’ê: Tecrîda li ser Ocalan rakin

Parlamenterên HDP'ê, carek din li ber Meclîsê bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kirin û xwestin tecrîd bê bidawîkirin.

Enqere - Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike dane destpêkirin di roja 27’emîn de ye. Parlamenteran careke din bang li Wezareta Dadê kirin û xwestin tecrîd bê dawî anîn.

Di daxuyaniya ku hate diyar kirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployê hêzên navnetewî bi salan e di bin tecrîdê de tê girtin, hat destnîşankirin ku jiyan û tenduristiya kesên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bi fikar in. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser gelê Kurd e. Hêzên navnetewî bi komployê birêz Ocalan teslîm kirin. Ji roja ku gelê Kurd bi Peymana Sykes-Picot bûye çar parçe, polîtîkayên tecrîd û qirkirinê tên meşandin.”

‘Pêwist e têkoşîna demokratîk bê bilind bikin’

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku naxwazin Kurd bibin xwedî statû û wiha hat gotin: “Di vê yekê ji bo kurd tecrîdê bişikînin û xwe bi rê ve bibin divê bên gelhev û yekitiya xwe ava bikin. Divê pirsgirêkên xwe bi yekitiya ku avakirine re di platforma navneteweyî de bînin ziman. Pêwist e têkoşîna demokratîk jî bilind bikin.”

‘Bila Ocalan li cihê ku heq dike be’

Di daxuyaniya hat xwestin tecrîd demil dest bê bidawîkirin de, wiha hat gotin:

“Bifikirin li welatekî 30 milyon Kurd hene lê nikarin bi zimanê dayika xwe jî perwerdehiyê bigirin. Li gorî makeqanûna Komara Tirkiyeyê kesekî bi navê kurd nîne. Temamê 30 milyon kurdan înkar dike. Di vê çarçoveyê de tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Ji bo ku ev tecrîd bê bidawîkirin em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Em bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar dikin; demildest vê tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda li ser Ocalan rakin, bila Ocalan li cihê ku heq dike be. Weke hûn dizanin Mandela piştî 27 salan di girtîgehê de hat ragirtin bû serokê wî welatî.”