Parlamentera Awustralyayê: Piştgirî bidin banga azadiya Abdullah Ocalan

Parlamentera Partiya Keskan a Awustralyayê Abigail Boyd polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bir rojeva parlamentoyê û bang kir.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Keskan a Awustralyayê Abigail Boyd, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bir rojeva parlamentoya welatê xwe. Abigail Boyd diyar kir ku bi tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mafê gerdûnî yê mirovan tê binpêkirin. Abigail Boyd destnîşan kir ku komploya 15’ê sibatê êrîşek li dijî tevahî Kurdan e.

‘Li dijî dewleta Tirk sembola têkoşîna Kurd a 100 salan e

Abigail Boyd bi bîr xist ku ji sala 2019’an ve mafê hevdîtina birêz Ocalan a bi parêzeran re tê redkirin û ji sala 2021’ê ve jî mafê hevdîtina bi malbatê re tê redkirin û wiha got: “Ev muamele bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û hiqûqa Tirk e. Awustralya berpirsyar e ku muameleya zextkar û antî demokratîk a rayedarên Tirk rexne bike û li ba birêz Ocalan û gelê Kurd be. Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna edaletê ya gelê Kurd, xwedî roleke sereke ye. Li hemberî dewleta Tirk a zextkar, Ocalan sembola berxwedana Kurd a 100 salan e.”

‘Divê hikumeta Awusturalyayê bangê li hikumeta Tirk bike’

Avigail Boyd destnîşan kir ku mafên mirovî û azadiya Abdullah Ocalan divê di tu şert û mercî de nebe mijara bazarê û bang li hikûmeta eyaleta Başûrê Galler a Nû (NSW) kir ku bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de be û piştgiriyê bide bangên ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Avigail Boyd ev bang kir: “Divê hikûmeta Awustralyayê vê bangê li hikûmeta Tirk bike. Divê hikûmeta Tirk ji bo Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û ji bo bikaribe rola xwe ya di çareseriya wekhev û demokratîk a şerê Tirk Kurd de bilîze bê berdan.”