Parlamenter Ozgul Sakî: Qeyûm dixwazin 'jina meqbûl’ biafîrinin

Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî, diyar kir qeyûman dixwazin bi rêya Navendên Piştgiriya Malbatê profîla ‘jina meqbûl’ avabikin û wiha got: "Dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin û ji polîtîkayên asîmîlasyonê re xizmet bikin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Hikûmeta AKP’ê bi nêzikatiya "Jin tune, malbat heye", polîtîkayên xwe yên li dijî tune kirina destkeftiyên ku jin di encama têkoşînên bêhempa de bi dest xistine, berdewam dike. Li Kurdistanê jî hewl tê dayîn bi polîtîkayên ku bi destê şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin û bi dehan Navenda Piştgiriya Malbatan (ADEM) hatine vekirin tê meşandin, ‘jina meqbûl’ bê afîrandin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Stenbolê Ozgul Sakî, der barê polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li dijî jinan ên li Kurdistanê de axivî.

'Qeyûman sînorê kamûyê ku divê jin derbikevin diyar dikin’

Ozgul Sakî, diyar kir hikûmet dixwaze jin di nava sînorên ku ew diyar dike de di civakê de cih bigrin û vê yekê timî caran tîne ziman û da zanîn li çar aliyên welat têkildarî vê yekê polîtîka tên meşandin. Ozgul Sakî, diyar kir li Kurdistanê jî ev pêkanîn di bin bunyeya qeymeqamtî û qeyûman de tên meşandin û balkişand li ser Navendên Piştgiriya Malbatan (ADEM) ku bi taybetî di demên dawî de roj bi roj li herêmê hejmara wan zêde dibe. Ozgul Sakî, diyar kir qeyûmên ku ji şaredariyên HDP'ê re tên tayînkirin, di çarçoveya ‘sînorê kamû’ ya şaredariyan de qursan vedikin û wiha got, "Sînora kamûyê ku divê jin derbikevin jî ev diyar dikin.”

‘Tê xwestin profîla ‘jina meqbûl’ bê pêkanîn’

Ozgul Sakî, bi bîr xist qeyûmên tên tayînkirin destpêkê ji Serokatiyên Daîreya Polîtîkayên Jinan re midûrê mêr tayîn dikin û navendên jinan ên girêdayî şaredariyan digrin û wiha axivî:

“Piştî vê yekê şaredariyan wek alternatîf di ADEM’ên ku di bunyeya qeymeqamtiyan de xebat dimeşînin de, ji bo jinan dest bi lidarxistina qursan kirin. Di hinek qursan de ‘çêkirina serê bûkê’ û ‘şuştina cenazeyan’ tê fêrkirin. Profîla 'jina meqbûl' ya ku hikûmet bi salan dixwaze pêkbîne jî, tê xwestin bi rêya ADEM'ê bê pêkanîn. Li bajêr 8 navendên ADEM'ê yên di bunyeya şaredariyên ku qeymeqam û qeyûm hatine tayîn kirin de fealiyet dimeşînin hene. Li van cihan qursên wek perwerdeya qursa Quranê jî tên dayîn."

'Xebatên ku jinan bi malbatê re sînordike tên meşandin’

Ozgul Sakî, diyar kir beriya qeyûman li şaredariyan têkildarî jinan xebatên piralî û îstîhdamê dihatin meşandin û destnîşan kir xebatên qeyûman ku êrîşê destkeftiyên jinan dikin ji bo jinan dimeşînin ne samîmî ne. Ozgul Sakî, destnîşan kir ADEM’an ji Navenda Civakî Ya Pir Armancî (ÇATOM) ku pêvajoyek bi heman polîtîkayan li herêmê fealiyet meşand ne cuda ne û diyar kir her du navendên ku jinan bi malbatê re sînordar dikin û di vî aliyê de xebat dimeşînin jî, li herêmê xizmetên fealiyetên sîmîlasyonê dikin.

'Em nikarin ji asîmîlasyonê cuda şîrove bikin'

Ozgul Sakî, wiha got: “Di dawiya salên 90’î de ÇATOM hebûn. Ev navendan bi taybetî ji bo fealiyetên di Kurdistanê de bên meşandin hatin avakirin. Armanca ADEM’ê jî ji armancên van navendan ne cudatir e. Em dizanin ku hikûmet hem li herêmê hem jî li welat dixwaze jinan ji jiyana civakî dûr bixe. Dixwaze bi van navendan û xebatên ku di bunyeyên wan de dimeşîne de vê peyamê bide me; ger hûn derkevin qada kamûyê jî, hûn ê di nava sînorên ku em diyar dikin de derbikevin. Em nikarin xebatên jinan ên bi taybetî li Kurdistanê tên meşandin ji asîmîlasyonê cuda şîrove bikin. Ji ber ku ji xwe li vir xebatên jinan dihatin meşandin. Li şaredariyan di her qadê de ji bo jinan qadên îstîhdamê hebûn. Lê piştî qeyûm hatin tayînkirin, pergal van xebatan li gorî polîtîkayên xwe dîzayn kir. Xwestin bi tiştan re hem destkeftiyên jinan tine bikin û hem jî xizmeta polîtîkayên asîmîlasyonê bikin. Em di xebatên ku li van navendan tên meşandin de jî vê yekê bi zelal dibînin. Em dizanin çalakiyên çandî yên ku behs dikin, tenê bi vê armancê nayên pêkanîn.”

'Polîtîkayên Kurdistanê hîn zêdetir tên organîzekirin'

Ozgul Sakî, diyar kir hikûmet sînora kamûyê ya ji bo jinan ji cihekî muhafazakar û olî ve dimeşîne û wiha got: "Hikûmeta AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên dawî di eksenekî polîtîkayek dijmînatiya jinan dimeşîne. Em polîtîkayên heman polîtîkayên ku li herêmê dimeşîne, li Rojava jî dibînin. Hewl dide jinan hepsê sînorên jina meqbûl dike û êrîşê hemû destkeftiyên wan dike. Vê yekê jî dixwaze li ser  malbatê bike. Van polîtîkayên jî bi giştî li ser referansên Îslamî û olî pêk tîne. Hewl dide bi bikaranîna olê civakê dîzayn bike. Her çend ev pêvajo niha li her qadê tê meşandin jî, polîtîkayên li Kurdistanê hîn zêdetir û ber bi asîmîlasyonê ve tên organîzekirin.”

'Em ê destkeftiyên xwe vegerînin’

Ozgul Sakî, dest nîşan kir tehemûla AKP’ê nine ku jin di jiyana civakî de serxwe bibe û der barê girîngiya hilbijartinên xwecihî yên nêz dibe jî wiha axivî:

“Em di mijara di van hilbijartinan de qeyûman bişînin û jiyanek azadîxwaz a jinan avakirin de bi biyar in. Em ê destketfiyên xwe vegerînin û saziyên jinan ên hatine girtin ji nû ve aktîf bikin. Em ê xebatên ku jinan hîn zêdetir hem tevlî qadên çandî, civakî û hem jî aborî dikin bimeşînin. Em ê li dijî jiyana muhafazakar û civakî ya hikûmet ferz dike, rêyên hîn zêdetir alternatîf, azadîxwaz pêş bixin. Em ê li dijî van êrîşan li hemberê destkeftiyên xwe jî berxwedana xwe berdewam bikin.”