Parivash Moslemi li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kir
Çalakvana siyasî Parivash Moslemi ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, ji bo şermezarkirina nehiştina alîkariya lezgîn dest bi greva birçîbûnê kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250217-20250217-20250217-20250217-photo-2025-02-17-09-35-04-jpge1afd2-image-jpg6548ab-image-jpg852019-image-jpg5803f9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Çalakvana siyasî Parivash Moslemi ku li Girtîgeha Êvîn a Îranê girtî ye, ji bo şermezarkirina şert û mercên girtîgehê û nehiştina alîkariya lezgîn dest bi greva birçîbûnê kir.
Tevî xirabûna rewşa fîzîkî ya Parivash Moslemi, xwe gihandina lênerîna bijîşkî ya lezgîn û dermankirina li derveyî girtîgehê lê hat qedexekirin. Her wiha, tevî ku Parivash Moslemi gelek caran ji bo dermankirinê daxwaza destûra bijîşkî kiriye, lê ev daxwazên wê ji aliyê rayedarên Girtîgeha Êvînê ve hatine redkirin.
Parivash Moslemi di Nîsana 2024’an de li bajarê Nûrê ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî sê rojan hatibû berdan. Piştre bi tohmeta “propagandaya dijî dewletê, biçûkxistina Xumeynî û komplo kirinê” li dadgehê hat dadgehkirin û 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Parivash Moslemi di 7’ê Tîrmeha 2024’an de hatibû girtin û bo şaxa jinan a Girtîgeha Êvînê hatibû veguhestin. Ew berê di Îlona 2023’an de hatibû girtin ku hevdem e bi salvegera qetilkirina Jina Emînî. Piştî ku mehek di girtîgehê de ma, bi şertê kontrola edlî ji Girtîgeha Qerçaxê ya Varamînê hat berdan.