Parêzvanên mafên mirovan li ser qanûna malbatê û jinên li Cezayîrê komxebat li dar xistin
Di nava madeyên herî bi nakok ên parêzvanên mafên mirovan daxwaza sererastkirina wê dikin, madeya 66 a zagona malbatê heye ku dema dayik ji nû ve bizewice danîngeh jê tê girtin û ji bav re tê radestkirin ruxmî ku ew careke din dizewice jî.
RABIA XERÎS
Cezayîr- Komeleya "Horeya ji bo Jinên Cezayîrî" û Navenda Hiqûqî ya Jinên Cezayîrî mazûvaniya komxebatek virtual a ku di vî warî de duyemîn e li ser qanûna malbatê li welat kirin.
Der barê komxebatê de Seroka Komeleya Horeya ji bo Jinên Cezayîrî Atiqa Harishan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev wek zincîrek ji komxebatên li pey hev e û bi hev ve girêdayî ye ku ji aliyê komeleyê ve hatine destpêkirin da ku qanûna malbatê ya li Cezayîrê were ronîkirin û rewşa jinan bi vê qanûnê were başkirin.
Komxebata duyemîn a virtual ku bi beşdariya jinên zanayên hiqûqî pêk hat, li gel berpirsyariya aborî ya di navbera hevseran de, 5 şaxên sereke yên ku di têgeha malbat, maf û erkên zewacê, welî û pirzewacî de cih digrin, hat nîqaşkirin.
“Komxebat li ser sê mijaran hat lidarxistin”
Komxebata yekemîn a virtual ku beriya mehekê hat organîzekirin, sê mijarên girîng girtin nava xwe. Yek jê jê qanûna malbatê ya Cezayîrê û kronolojî ye, naveroka guhertinên qanûna malbatê û di dawiyê de helwestên şerîeta îslamî ya li ser naveroka xala 11 ya bi nakok ku dibêje: "Jinên temenê wan mezin zewaca xwe li ber destên weliyên xwe dikin, bêyî ku hukmên xala 7ê ya vê qanûnê bigrin bin çavan ku wiha dibêje; "Kapasîteya zewacê ya jin û mêr di 19 saliya xwe de temam dibe û dadwer dikare beriya wê ji ber berjewendiyek an hewcedariyê destûr bide zewacê, dema ku şiyana zewaca her du aliyan were piştrastkirin.”
Atiqa Harishan destnîşan kir ku komxebatê destûr daye ku ji aliyê komek doktorên ji zanîngehên cuda yên Cezayîrê, parêzer û parêzvanên mafên mirovan ve li ser hiqûqa malbatê, rewşa jinan a di nava vê binesaziyê û civakê de û sedemên ku li pişt xerakirina mafên wan û tundiya li ser wan tê kirin disekine, nîqaşek akademîk were destpêkirin. Lê belê parêzvana mafên mirovan Atiqa Harishan piştrast dike ku dûrahiya tomarkirî ya di navbera van mafan û qanûnên ku ji hêla Cezayîrê ve hatine derxistin û vê yekê îsbat dike ku destkeftiyên jinan hîn kêm in.
“Zagona malbatê mêr mecbûr dike ku diravê jin û zarokan bidin lê nayê bicihanîn”
Baştirîn delîl ji bo vê yekê, wekî Atiqa Harishan behs dike ev e; "Diravê jina teleqdayî" ye. Her çend qanundanerên Cezayîrî li gorî tiştên ku di qanûna malbatê de hatine destnîşankirin mêr mecbûr dikin ku dirav bidin û wî sûcdar dibîne jî vê yekê têr nekir, ji ber ku dayik hene tevî ku 12 sal di ser teleqa wan re derbas bûye jî dirav bi dest nexistine.”
Hêjayî gotinê ye ku xala 79'an a zagona malbatê, mêr mecbûr dike ku diravê jin û zarokên xwe bidin. Hiqûqnas bi israr bûn ku prensîba xerckirina li ser jin, zarok û mal ferz bikin û sindoqa dirav çalak bikin.
Komxebata virtual a ku ji aliyê Komeleya Horeya ji bo Jinên Cezayîrî ve hatibû lidarxistin, du rojan berdewam kir, li ser qanûna malbatê ya Cezayîrê bû, di 12’ê Mijdarê de bi dawî bû.