Parêzvanên Mafê Mirovan ên Meksîkayê banga berdana endamên RJAK’ê kir
Komîsyona Sivîl a Mafên Mirovan ya Bakur Rojhilatê Meksîkayê, girtina sê endamên RJAK’ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve şermezar kir û peyama piştgiriyê ji RJAK’ê re şand.
Navenda Nuçeyan - 3 Endamên RJAK’ê 5’ê Tebaxê dema ji merasîma bîranîna qurbaniyên fermana 74’an vedigeriyan, li asayîşa Kelek a Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin. Li gorî agahiyan rewşa tendûristiya endameke RJAK’ê ya girtî nebaşe û timî vedireşe. Di derbarê girtina sê endamên RJAK’ê de, Komîsyona Sivîl a Mafê Mirovan ya Bakur Rojhilatê Meksîkayê li ser girtina 3 endamên RJAK’ê ji aliyê PDK’ê ve peyamek ya piştgiriyê ji bo RJAK’ê şand. Di peyama piştgiriyê de pêkanînên PDK’ê yên dijî jinan û gelê Kurd şermezarkirin û banga demildest berdana çalakvanên jin hate kirin.
Naveroka peyamê wiha ye;
“Em wek Komîsyona Sivîl a Mafên Mirovan ya Bakurrojhilatê Meksîkayê, mîna gelek rêxistinan banga berdana sê endamên RJAK’ê Hevalan Xewla Mihemed Hisên, Ciwana Edbuldaqî û Seyrana Ehmed Hesen dikin. Em dizanin ku Kurdistana Iraqê dibin êrîşa PDK’ê ya bi hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê de jiyan dike. Em agahdarbûn ku 3 jinên RJAK’ê dema ji merasîma salvegera komkujiya Şengalê ya li dijî Êzidiyan vedigeriyan ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Iraqê ve hatine girtin. Jinên Kurd ne tenê li dijî siyaset û komkujiyên desthilatên sermayedar li berxwe didin, li dijî baviksalariyê jî bi avakirina hevjiyana azad û xweparastinê li berxwe didin. Jinên Kurd ji bo jiyaneke wekehev û rêzdariya li hember xwezayê jî têkoşîn dike. Ji ber vê em ji tendûrisî û rewşa van her sê hevalan bi fikarin û bang dikin ku di demek herî nêzîk de werin berdan.”