Parêzvanên mafan ên li Idlibê: Tevlî me dibin û bêdeng nemînin

Jinên parêzvanê mafan û ji bo azadiya xwe têdikoşin, bi zext, gef û astengiyan re rû bi rû dimînin. Jinên ku gotin tu astengî tekoşîna wan nade sekinandin: “Tevlî me bibin û bêdeng nemînin.”

HADEEL EL-OMAR

Idlib – Li Idliba ku dibin dagirkertiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Heyet Tahrir El- Şam (HTŞ) de ye, li dijî jin û zarokan hr cûre tundî tê jiyîn. Çeteyên ku bajêr dagirkirin, di her qada jiyanê de mafê jinan û azadiya wan sînordar dikin, bi rêya sorkirina olê li dijî jinan gotinên nefretê belav dikin. Li bajêr di demên dawî de li dijî jinan pêkanînên neyînî zêde bûne, ev rewş bû sedem ku li dijî jinan asta suc zêde bibe.

Jinan rûxmê hemû neyîniyan jî dev ji tekoşîna xwe bernadin.  Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku tekoşîna jjnan bê astengkirin, jinên ku têdikoşin û gubertinê dixwazin tên hedef girtin.

‘Tê bawerkirin ku jin sînorê xwe derbas dikin’

Aktîvîst Amîna El-Nur di heremê de der barê mafê jinan de xebat dide meşandin û bi taybet jji bo jinên ku ji cîhê xwe bûne xebat dike. Amîna El-Nur dest bi axaftina xwe kir: “Li vir gelek mêr rola jinan biçûk dibûnin. Bawer dikin ku jiyana jinan tenê di nav malê de be, lê ez vê baweriyê red dikim.” Amîna El-Nur di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hawirdorê muhafazakar û hinek kevneşopiyên civakê li pêşiya jinan dibin asteng her wiha diyar kir ku jinên tevlî qada giştî dibin bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîn û wiha pê de çû: “Civak hîn jî wusa difikire ku jinên der barê siyaset û mafê civakê diaxivin sînorê xwe derbas dikin.” û got ku astengî ne tenê bi gotinan sînordar e di eynê wextê de jin tên tehdîtkirin û amaje bi vê yekê kir ku hinek jinên aktîvîst ji aliyê grubên çekdaran bi revandin û suîkastan tên tehdîtkirin.

‘Bi zextan em gav paş de navêjin’

Aktîvîst Rana Junaîd jî wiha got: “Ji ber xebatên min ên jinan ez gelek caran hatim tehdîtkirin lê ez gav paş de navêjim. Tiştê ku em dikin ji bo guhertinê gavên destpêkêne.” Rana Junaîd  destnîşan kir ku dema cîvîna gel ji bo wan hatiye qedexekirin ew ji bo jinan perwerde û atolyeyên dîjîtal ava bikin berê xwe dane înternetê û got ku ji bo dengê xwe bigihînin her deverê, peyamên xwe bişînin,  teknolojiyê wek amûr bikar tînin.  Rana Junaîd bal kişand pevçûn û êrîşên li Idlibê û diyar kir ku xebatên jinên aktîvîst asteng dibe û bibîr xist ku  gelek kes ji bo xwe bigihîne gel li ser înternetê xebat didin meşandin.

‘Em her tim hewil didin çareseriyên alternatîf peyda bikin’

Aktîvîst Samîra Dahlan a ku di qada hiqûqê de ji bo jinan perwerde bike xebat dide meşandin wiha got: “Dema min dest bi pîşeya xwe kir ez gelek bi zehmetiyan re rû bi rû hatim. Hinek berpirsn heremê bendê ne ku jinan quralên ku hatine diyarkirin qebûl bikin.” Samîra Dahlan diyar kir ku gelek caran tehdîtên revandinê girtiye û wiha pê de çû: “Rûxmê hemû zehmetiyan jî min vê rêyê hilbijart, ji ber ku ez bawer dikim mafê me heye. Tevlî me bibin û bêdeng nemînin.”

Samîra Dahlan wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Li vir gelek mêr bawer dike ku jin ji bo rêvebertiyê ne guncav in, lê em berovajê vê difikirin û her roj vê îspat dikin. Her roj bi li dijî rêveberên herêmî yên ku jin di biryarnameyê de qebûl nakin  têkoşînek tê meşandin û gelek astengî li pêşiya jinan tên danîn. Em her tim hewl didin ku çareseriyên alternatîf peyda bikin.”