Parêzerên navneteweyî ji bo Emîne Şenyaşar bang kirin

Koperatîfa Jinên Hiqûqnasên Jin (LACTA) bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kir û xwest bi Emîne Şenyaşar a ji bo malbata xwe ya qetilkirine di Nobeda Edaletê de cih girtibû re hevdîtinê pêk bînin.

Navenda Nûçeyan - Kooperatîfa Femînîst a Parêzerên Jinê (LACTA) ya Barcelonayê: piştgiriya xwe ya ji bo Emîne Şenyaşar ya ku hevserê wê û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin ragihand.

Parêzerên ku li ser medyaya dijîtal daxuyanî dan Wezareta Dadê ya Tirk xwest ku bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike. Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Hûn çîroka Emîne Şenyaşar dizanin? 2 kur û hevjîna wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterekî AKP'ê ve hatin qetilkirin. Zêdetirî 880 roj in li edaletê digere û daxwaza hevdîtinê ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê kiriye. Fîlma “Ji bo Edaletê” ya derhêner Elîf Yîgît jî heye ku çîroka Emîne Şenyaşar vedibêje. Weke LACTA em bi Emîne Şenyaşar re hevgiriya navneteweyî nîşan didin û daxwaz ji Wezareta Dadê ya Tirk dikin ku pê re hevdîtinê bike.”