Parêzerên Hesekê: Pêwistî bi gavên cidî yên qanûnî heye

Parêzerên Hesekê, derbarê metirsiyên êrîşên li ser koçberên Kurd de hişyariyan dan û bang li hikûmeta nû kirin ku berpirsiyarên van êrîşan ceza bike û vegera koçberan a bi ewle misoger bike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di demekê de ku koçberên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiyê dixwazin vegerin warên xwe li Girê Spî rastî êrîşan tên, fikarên têkildarî bandora van kiryaran li ser aştiya civakî û têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de zêde dibin.

Parêzer Ferîha Omer û Sebîlcan Silman ên ji ajansa me re axivîn, der barê berdewamiya siyaseta provokasyon û derxistina fitneyê de hişyarî dan. Parêzaran, tekez kirin ku divê koçber bên parastin û berpirsiyarên êrîşan bên cezakirin û divê rê neyê dayîn ku herêm ber bi pevçûnên navxweyî ve were birin.

   

‘Hişyariya civakî, çekê parastina herêmê û gelên wê ye’

Parêzer Ferîha Omer, diyar kir ku êrîşên li ser koçberên Kurd ên li Girê Spî pêk hatine, berdewamiya siyaseta fitne û provokasyonê ne ku li bajarê Hesekê û hemû deverên herêmê tê meşandin û got: “Ev siyaset berdewamiya kiryarên rejîma Baas a di serhildana Qamişlo ya sala 2004’an de ye. Berdewamiya van kiryaran bandorê li gelên herêmê dike û têkiliyên wan ên civakî dixe xeterê. Lewma divê civak bi tevahî xwedî hişyarî be û nekeve bin bandora hewildanên derxistina fitneyê.”

Ferîha Omer got ku gelên Kurd û Ereb bi kok û têkiliyên kûr ve girêdayî hev in û divê tu aliyek nikaribe ji bûyeran sûd werbigire û di navbera wan de nefret û dabeşkirinê çêbike û destnîşan kir ku armanca vê fitneyê ew e ku herêmê ber bi wêrankirinê ve bibe.

Ferîha Omer, girîngiya rola malbatan a di hişyarkirina endamên malbatê û zarokên xwe de destnîşan kir û da zanîn ku hişyariya civakî ji bo parastina herêmê û gelên wê çekek bingehîn e. Ferîha Omer, bang li hikûmeta nû kir ku ji hemû kesên hewl dide di navbera pêkhateyên civakê de fitne û provokasyonê derxîne, hesabê kiryarên wan bipirse.

        

‘Êrîş binpêkirina peymanê ye û aştiya civakî dixe xeteriyê’

Parêzer Sebîlcan Silman, diyar kir ku herêm di qonaxeke hesas re derbas dibe û hinek hêzên hundirîn û derveyî dixwazin herêmê ber bi şerê navxweyî ve bibin. Ferîha Sebîlcan Silman, der barê berdewamiya êrîş û provokasyonan li ser aramiya herêmê de hişyarî da.

Sebîlcan Silman, eşkere kir ku bûyerên li Girê Spî pêk hatine, binpêkirina peymana 29’ê Çile ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta nû de ne û wiha axaftina xwe dewam kir : “Yek ji bendên peymanê vegera hemû koçberan a ji bo warên wan e, lê em dibînin ku koçberên li Serêkaniyê û Girê Spî dema vedigerin, rastî êrîşan tên.”

‘Pêwistî bi gavên cidî yên yasayî heye’

Sebîlcan Silman, da zanîn ji aliyê hikûmeta nû ve binavkirina “kesên derveyî qanûnê” ya kesên ku van êrîşan pêk tînin sûcek mezin e û got ku divê li hemberê van sûcan, gavên pratîk bên avêtin. Sebîlcan Silman, tekez kir ku divê hikûmet li hember hemû kesên ku hewl dide peymanan binpê bike û herêmê ber bi şerê navxweyî ve bibe, gavên cidî û qanûnî bavêje.

Sebîlcan Silman, destnîşan kir ku hikûmeta nû der barê gelê Kurd de daxuyanî dide û behsa qanûnan dike, lê ev daxuyanî di rastiya jiyanê de nayên sepandin û wiha pê de çû: “Mafê gelê Kurd e ku li herêma xwe di ewlehiyê de bijî û bêyî ku rastî êrîşan were, bê parastin.”

Sebîlcan Silman, bibîrxist kesê ku berê keziya şervanek Kurd qutkiribû, beşdarî êrîşên li ser Kurdan a li Girê Spî jî bûye û destnîşan kir ku dubarebûna van êrîşan û bêcezahiştina kesên sûcdar, di nav gel de tirsê çêdike û baweriya wan a bi hikûmeta nû re kêm dike.”

Banga parastina koçberan

Sebîlcan Silman, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê hikûmeta nû berpirsiyariyên xwe yên qanûnî bi cih bîne, ji bo cezakirina kiryaran gavên cidî bavêje û ewlehiya koçberan û mafê vegera wan a ji bo warên xwe û jiyana bi aştî misoger bike.